Bi deh hezaran kesî qurbaniyên felaketa Şêxmeqsûdê oxir kirin-HATE NÛKIRIN

Bi deh hezaran şêniyên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û taxên din ên Helebê 16 qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya li Şêxmeqsûd oxir kirin.

Bi deh hezaran kesî qurbaniyên felaketa Şêxmeqsûdê oxir kirin-HATE NÛKIRIN
Bi deh hezaran kesî qurbaniyên felaketa Şêxmeqsûdê oxir kirin-HATE NÛKIRIN
Bi deh hezaran kesî qurbaniyên felaketa Şêxmeqsûdê oxir kirin-HATE NÛKIRIN
Bi deh hezaran kesî qurbaniyên felaketa Şêxmeqsûdê oxir kirin-HATE NÛKIRIN
Bi deh hezaran kesî qurbaniyên felaketa Şêxmeqsûdê oxir kirin-HATE NÛKIRIN
23 ÇILE, 2023   10:10
HELEB

Bi deh hezaran şêniyên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û taxên din ên bajarê Helebê ku li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a Ii roajvayê taxa Şêxmeqsûd kom bibûn, ber bi goristana gundê Pino yê bakurê Şêxmeqsûd ve bi rê ketin.

Li ser tabûtên qurbaniyên ku piraniya wan ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê hatibûn koçberkirin, şaxên zeytûnan hatine danîn.

Li goristana gundê Pino piştî nimêja cenaze, cenazeyên her 16 qurbaniyan hatin veşartin.

Navên qurbaniyan wiha ne: “Waêl Ehmed Rîhanî (37), Îvana Waêl Rîhanî (20 rojî), Dûaa Hesen Silêman (29), Zarîfe Îbo (33), Cengîz Îbo (14), Hemîde Carûr (7), Cemal Carûr (10), Yûsif Carûr (2 sal û nîv), Meysa Carûr (20), Gulnaz Kado (33), Resûl Îbo (46), Zeyneb Receb Ehmed Osman (42), Wîsal Seîd Carûr (70), Ridwan Sebrî Mihemed (57), Êvliyan Îbo (10) û Subhî Carûr.”

(cx)

ANHA