Li Efrînê qirkirina xwezayê dewam dike

Çavkaniyên xwecih ên ji kantona Efrînê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Şêrawayê 100 darên din ên zeytûnan birîne.

Li Efrînê qirkirina xwezayê dewam dike
23 ÇILE, 2023   08:41
ŞEHBA

Li kantona Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên dermirovî, talankirina milkan û qirkirina xwezayê bê navber dewam dikin.

Çavkaniyên xwecih ên ji kantona Efrînê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawayê 100 darên zeytûnan birîne.

Çavkaniyan da zanîn ku darên hatine birîn, ên welatiyê bi navê Mistefa Cafer in.

(bb)

ANHA