Bi hezaran kes ji bo merasîmê li Şêxmeqsûdê kom bûne

Ji bo beşdarbûna merasîma qurbaniyên avahiya hilweşiyayî, bi hezaran şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê li ber Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir kom bûne.

Bi hezaran kes ji bo merasîmê li Şêxmeqsûdê kom bûne
23 ÇILE, 2023   09:02
HELEB

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyeyê ji bo qurbaniyên avahiya hilweşiyayî, şîn ragihan

Bi hezaran şêniyên her du taxan li ber Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir kom bûne da ku beşadarî merasîmê veşartina cenazeyan bibin.

Cenaze dê li goristana gundê Nebo yê li bakurê Şêxmeqsûdê werin veşartin.

Kerwanê oxirkirinê wê piştî çend kêliyan bikeve rê.

(bb)

ANHA