​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê şîn heye

Li taxên Şêxmqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo qurbaniyên avahiya hilweşiyayî şîn hatiye ragihandin û hemû dikan û sûkên li her du taxan hatine girtin.

​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê şîn heye
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê şîn heye
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê şîn heye
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê şîn heye
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê şîn heye
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê şîn heye
23 ÇILE, 2023   06:44
HELEB

Şeva şemiyê li Kolana Marûf a taxa Şêxmeqsûdê avahiyeke 5 qatî ku 7 malbat tê de bi cih dibûn, hilweşiya. Di encama felaketê de, heta niha 15 kesan jiyana xwe ji dest daye, 2 kes jî birîndar in.

Ji bo qurbaniyan heta rojekê şîn hatiye ragihandin û sûk, dikan û werşeyên li her du taxan hatine girtin.

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê duh (22 Çile) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku dê qurbaniyên felaketê îro saet di 11:00`an de bi merasîmekê bên oxirkirin.

Li gorî meclisê, navên 15 qurbaniyan wiha ne: Waêl Ehmed Rîhanî (37), Îvana Waêl Rîhanî (20 rojî), Dûaa Hesen Silêman (29), Zarîfe Îbo (33), Cengîz Îbo (14), Hemîde Carûr (7), Cemal Carûr (10), Yûsif Carûr (2 sal û nîv), Meysa Carûr (20), Gulnaz Kado (33), Resûl Îbo (46), Zeyneb Receb Ehmed Osman (42), Wîsal Seîd Carûr (70), Ridwan Sebrî Mihemed (57), Êvliyan Îbo (10).”

Cemal Carûr (60) û Mistefa Îbo (17) jî birîndar bûn.

(cx)

ANHA