Navenda Pêşxistina Ciwanan 100 ciwanan perwerde dike

Bi rêbaz û sîstemeke nû ya xebatê, Navenda Pêşxistina Ciwnanan a girêdayî Desteya Ciwan û Werzîşê dewreyên pîşeyî û fikirî dan destpêkirin, bi wê yekê armanc dike ku behreyên ciwanan bi pêş bixe û rola wan di civakê de xurttir bike.

Navenda Pêşxistina Ciwanan 100 ciwanan perwerde dike
23 ÇILE, 2023   06:15
QAMIŞLO-XALID ETÊ

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê di 2015′an de li bajarên Qamişlo û Hesekê du navendên pêşxistina behreyên ciwanan vekiribûn. Ew navend ximzetan pêşkêşî ciwanên ji 18 heta 35 saliyê dikin.

Navendên Pêşxistina Ciwananan dewreyên pîşeyî û fikirî yên têkildarî uslûb, xîtabet, dirûtin, çaksazkirina telefonan, bernameyên komputeran, ragihandin û çêkirina por vekirin. Ji bo ku piraniya xwendekar û karkeran bikarin tevlî wan dewreyan bibin, dewre piştî dewama fermî ya dibistanan dest pê dikin.

Dewreyên navenda pêşxistinê ya li Qamişloyê ji ber şewba Koronayê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn rawestandin. Lê di destpêka îsal de dewre ji nû ve hatin vekirin û nêzî 100 perwerdekar ji bo dewreyên komputerê, bernameya dîzaynkirin, dirûtin û ragihandinê pêşwazî kirin.

Dewreyên perwerdeyê heta du mehan dewam dikin. Ciwan perwerdeyên xwe li navenda pêşxistinê ya li navenda Yekitiya Werzîşê ya li taxa Aşûriyê ya Qamişloyê dibînin.

PÊŞXISTINA CIWANAN DI ALIYÊN PÎŞEYÎ Û FIKIRÎ VE

Li ser xebata navenda pêşxistinê û dewreyên wê yên li Qamişloyê, Endamê Rêvebeiya Nivîsgeha Rêxistinên Ciwanan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê Selman Nebhan wiha got: "Navendên pêşxistina behreyên ciwanan ji nû ve bi rêbaz, sîstemeke nû ya xebatê û ya herî pêşketî hatin aktîfkirin."

Li ser armanca navendên pêşxistinî jî, Nebhan anî ziman ku armanca sereke ew e ku ciwan ji aliyên fikirî û pîşeyî ve bi rêya pêşkêşkirina xizmetên perwerdeyê di bernameyên komputerê, ragihandin, dirûtin, ziman û tevahî mecalan de werin xurtkirin.

Nebhan eşkere kir ku dê hin dewreyên din ên bi heman rengî jî bên vekirin.

Osman Ehmed jî ku perwerdeya komputerê li navendê dide, wiha got: "Ciwan waneyên li ser sîstemên komputerê li gorî sîstema pêşketî ya cîhanê ya têkildrî bingehên komputerê, bernameyên Word, Excel, Excess û bernamên din ên girêdayî xebata komputerê dibînin. Ji ber pêdiviya saziyan û herêmê bi kesên di van bernameyan de pispor heye. Ji ber bikaranîna wê xebata saziyan bi pêş dixe."

ABORIYA SERBIXWE

Her wiha perwerdekarê dirûtinê yê li navendê Tacedîn Mihemed ev tişt an ziman: "Keç û xortên ciwan li ser bingehên dirûtinê yên mîna pîvan, qutkirin, dirûtin, sazkirin û nexşekirinê perwerdeyê dibînin."

Mihemed wiha domand: "Bi pêkanîna sîstemên perwerdê yên pêşketî û di dawiyê ezmûn û test hene ciwan tên perwerdekirin. Da ku rola xwe di civakê de bilîzin, pişta xwe bidin xwe û desteka aboriya serbixwe bikin."

PÊŞXISTINA BEHREYAN JI BO SIBEROJÊ

Li ser girîngiya dewreyên perwerdeyê ji ciwanan re, ciwana bi navê Lîlav Îbrahîm ku di beşa komputeyê de perwerdeyê dibîne, diyar kir ku ew ji waneyan pir sûdê werdigire û wiha got: "Ev perwerde derfeta têgihîştin û xwekûrkirinê di pisporiyên komputeran de dide. Her wiha berheyên me bi pêş dixe û em ê sûdê di pêşerojê de jê wergirin."

(fr/cx)

ANHA