​​​​​​​Meclisa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê navên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî eşkere kirin

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê navên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî eşkere kirin û destnîşan kir ku sibe saet di 11:00'an de ew dê bi merasîmeke girseyî werin oxirkirin.

​​​​​​​Meclisa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê navên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî eşkere kirin
22 ÇILE, 2023   17:47
HELEB

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek da, tê de navên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya li taxa Şêxmeqsûd, her wiha navên 2 birîndaran jî eşkere kirin.

Meclisê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û eşkere kir ku dê sibe saet di 11:00`an de bi merasîmeke girseyî veşêrin.

Meclisê di daxuyaniyê de got: "Îro saet di 03:00'ê berbanga sibehê de karesetek li taxa Şêxmeqsûd pêk hat ku avahiyeke 5 qatî bi ser niştecihên wê de hilweşiya ku tê de 7 malbat dijiyan.Tîmên Awarte yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Berevaniya Sivîl û Heyva Sor a Sûriyeyê karîbûn 15 welatiyên sûriyeyî ji bin kavilan derxin.Qurbanî dê sibe saet di 11:00'an de bi merasîmeke gelêrî werin oxirkirin.”

Li gorî meclisê navê 15 qurbaniyan ev e: Waêl Ehmed Rîhanî (37), Îvana Waêl Rîhanî (20 rojî), Dua Hesen Silêman (29), Zerîfe Îbo (33), Cengîz Îbo (14) Hemîde Carûr (7), Cemal Carûr (10), Yusif Carûr (2 sal û nîv), Meysa Carûr (20), Gulnaz Kado (33), Resûl Îbo (46), Zeyneb Receb Ehmed Osman (42), Wîsal Seîd Carûr (70), Ridwan Sabrî Mihemed (57), Avliyan Îbo (10).

Navên birîndaran jî wiha ne: Cemal Carûr (60), Mistefa Îbo (17).

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye sersaxî da malbatên qurbaniyan û spasiya tîm û kadroyên tenduristiyê û hemû saziyên her du taxan kirin.

(mh/şx)