​​​​​​​Ciwanên Kobanê ji bo bidawîkirina tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Herêma Firatê bi dirûşma “Ciwan fedaî rêber Apo ne” panelek li dar xist û destnîşan kir ku ew ê asta têkoşîna xwe bilind bikin heta ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

​​​​​​​Ciwanên Kobanê ji bo bidawîkirina tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kir
22 ÇILE, 2023   15:20
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê îro li avahiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê ya bajarê Kobanê ji bo nasandina fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û girîngiya wê ji gelê herêmê re da.

Di panelê de ku 25 endamên tevgerê beşdar bûn, sînefizyonek têkildarî jiyana rêber Abdullah Ocalan, perspektîfên wî yên der barê zulam li ser gelê herêmê hatiye meşandin û rêbazên bidawîkirina wê de û komploya pergalên serdest li ser gelan hate pêşandan.

Paşê beşdaran tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û armancên wê, dewleta Tirk çi ji girankirina vê tecrîdê armanc dike?, berpirsyariya gelê herêmê û ciwanan li hember vê tecrîdê çi ye?, nîqaş kirin.

Her wiha beşdaran îşaret bi rola rêber Abdullah Ocalan di nîşankirina rê li pêşiya ciwanan de bi rêya parêznameyên xwe kir ku ciwan ji şerê taybet parast, ê ku dweleta Tirk a dagirker pêk tîne. Rê nîşanî wan da ku erka xwe li hember gel û axa xwe pêk bînin ji bo ku li hember dagirkerên Kurdistanê bisekinin

Di dawiya panelê de beşdaran destnîşan kir ku divê asta têkoşînê bilind bikin da ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bidawî bibe. Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û mirovahî kir ku erka xwe ya mirovahî li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah bi cih bînin.

(dm/şx)

ANHA