Bîlançoya qurbaniyên avahiya hilweşiyayî giran dibe: 12 kesan jiyana xwe ji dest da

Bîlançoya qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya li taxa Şêxmeqûsd a Helebê giran dibe. Heta niha 14 kes ji bin enqazan hatin derxistin, 12 kesan jiyana xwe ji dest da.

Bîlançoya qurbaniyên avahiya hilweşiyayî giran dibe: 12 kesan jiyana xwe ji dest da
22 ÇILE, 2023   09:36
HELEB

Li gorî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqûsd a Helebê, di encama hilweşîna avahiya 5 qat a li taxê de, di nav de 5 jin û 5 zarok bi giştî 12 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûne.

Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane, nasnameyên 4 kesan; Yûsif Carûr (2 sal û nîv), Hemîda Carûr (8), Cemal Carûr (7), Ridwan Mihemed (55) hatin naskirin.

(bb)

ANHA