Çeteyan madeyên çêkirina hişbirê şandine Efrînê

Hate diyarkirin ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam madeyên çêkirina hişbirê birin gundê Qîbarê yê navçeya Şerayê.

Çeteyan madeyên çêkirina hişbirê şandine Efrînê
21 ÇILE, 2023   09:46
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih ên ji kantona Efrînê ya dagirkirî diyar kir ku serçeteyên Heyet Tehrîr El Şam Ebû Ebdullah Horan û Ebû Ehmed Helawa madeyên sereke yên çêkirina hişbirê birine gundê Qîbarê yê êzidiyan ê navçeya Şerayê ya Efrînê.

Çavkaniyan da zanîn ku madeyên çêkirina hişbirê radestî serçeteyên koma Feyleq El Rihman yên bi navê Mihemed Mendo û Ebû Udey El Humsî kirine.

Li gorî çavkaniyan, li kantona Efrînê bi dehan kargehên çêkirina hişbirê hene ku ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker û MÎTʹê ve tên birêvebirin.

(bb)

ANHA