Li Îranê çalakiyên ‘Îna Bixwîn’

Tevî hemû astengiyên dewleta Îranê jî, li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ çalakiyên girseyî di roja înê de hatin lidarxistin.

Li Îranê çalakiyên ‘Îna Bixwîn’
21 ÇILE, 2023   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di meha xwe 5’emîn de didomin. Yek ji navendên çalakiyên girseyî bajarê Zahîdan ê parêzgeha Sîstanê û Belûçistan e ku ji aliyê hikumeta Îranê ve gelek leşker lê hatine bicihkirin.

Li bajarên girêdayî parêzgehên Sîstan û Belûçistanê ji bo pêşî li çalakiyên ‘Îna Bixwîn’ bê girtin, gelek polîs û leşker li ser rêyên kontrolê hatin bicihkirin. Tevî hemû astengiyan jî gel ji bo çalakiyê derketin qadan. Welatiyên bajarê Zahîdan piştî nimêja înê dest bi çalakiyên xwe kir û pankartên “Ji dîktator re mirin”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Diktator Xamaney welat biterikîne, şerm bike” rakirin.

Li çalakiyên bajarên Zahîdan û Rask hat xwestin ku welatiyên Belîçistanê yên hatine girtin werin berdan û cezayên îdamê werin betalkirin.

Heta niha di xwepêşandanên li Zahîdanê yên “Îna Bixwîn” de herî kêm 100 kes hatine qetilkirin û gelek kes birîndar bûne.

Duh li bajarê Galîk ê parêzgeha Gulistan jî ku piraniya şêniyên wê Tirkmenên sunnî ne, çalakî hatin kirin û meş hatin lidarxistin.