Cezayê hucreyê dan nûçegihana JINNEWS’ê

Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren ku li Girtîgeha Jinan a Amedê girtî ye, ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir, 3 roj cezayê hucreyê lê birîn.

Cezayê hucreyê dan nûçegihana JINNEWS’ê
21 ÇILE, 2023   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rojnamevan Derya Ren di 25'ê Cotmeha 2022'yan de bi hinceta cezayê wê heye, hatibû girtin. Ji ber ku li dijî lêgerîna tazî derket, cezayê hucreye lê hate birîn.

Derya Ren ji ber ku di dema girtinê de lêgerîna tazî red kiribû, 5 gardiyanan lê dabû û di çarçoveya lêpirsîna dîsîplînê de 3 roj cezayê hucreyê lê hat birîn.

Li gorî agahiyan, qawîşa ku Derya Ren û girtiyên din ên jin lê dimînin, gardiyan timî bi ser de digirin û alavên girtiyan ên şexsî hatine desteserkirin.