Dagirkeran 6 gundiyên Kefer Zîtê yê Cindirêsê revandin

Çavkaniyên ji Efrînê ragihand ku MÎT`ê û çeteyên Polîsên Sivîl li gundê Kefer Zîtê yê navçeya Cindirêsê 6 welatî revandine.

Dagirkeran 6 gundiyên Kefer Zîtê yê Cindirêsê revandin
21 ÇILE, 2023   08:05
 ŞEHBA

Çavkaniyan got îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên “Polîsên Sivîl” bi dehan erebeyên leşkerî bi ser gundê Kefer Zîtê yê navçeya Cindirêsê de girt û 6 gundî revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Bekir Hesen Xêro (35), Rêber Hesen Xêro (32), Elî Kalo (40), Mihemed Ferîd (28), Mihemed Kalo (36) û Ednan Ebdo (39).

Ji destpêka salê ve, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 27 welatî li kantona Efrînê revandine.

Duh jî çavkaniyan ragihandibû ku MÎT`ê û çeteyên Polîsên Sivîl girtine ser gundê Kefer Zîtê û welatiyek revandiye, her wiha gelek ciwan jî ji gund reviyabûn.

(cx)

ANHA