Dê pêşangeha teknolojiyê li Qamişloyê bê lidarxistin

Şîrketa Rcell Pêşangeha Teknolojiyê ya Yekemîn a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 27-28'ê Çileyê de li Qamişloyê li dar bixe.

Dê pêşangeha teknolojiyê li Qamişloyê bê lidarxistin
21 ÇILE, 2023   06:31
QAMIŞLO – XALID ETÊ

Li gorî Şîrketa Rcell, pêşangeh dê di rojên 27-28'ê Çileyê de li Hola Zana ya li bajarê Qamişloyê bê lidarxistin.

Pêşangeh dê wekî kombûna gelek şîreketên teknolojiyê û berhemên şexsî be û dê bi dehan pisporên teknolojiyê û xwendekarên Zanîngeha Rojava beşdar bibin. Her wiha dê gelek mijar bên nîqaşkirin û têkildarî têknolojiya pêşerojê jî wê diyalog bên kirin.

Der barê pêşangehê de rêveberê Beşa Firotinê ya Şîrketa Rcell Hisên Badilî ji ajansa me re wiha axivî: "Armanc ji pêşangehê pêşxistina fikirê teknolojiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, da ku li gorî pêşketinên cîhanê be. Her wiha dê ji bo îcadkaran derfetek be ku îcadên xwe pêşkêş bikin. Şîrket jî dê berhemên xwe yên teknolojiyê mîna  pêşkêş bikin.”

Badilî da zanîn ku di pêşangehê de dê beşek ji bo pêşandana berhem û îcadên xwendekarên Beşa Mekatronîkê ya Zanîngeha Rojava bê veqetandin.

(mh/cx)

ANHA