Ekrem Hiso: Rêveberiya Xweser ezmûnek serkeftî ye

Serokê berê yê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ku ji 2014`an heta niha gelek ezmûnên dijwar serkeftî derbas kirin û got: “Ev model ne tenê ji bo siberoja Sûriyeyê ye, ji bo krîzên Rojhilata Navîn jî modela çareseriyê ye.”

Ekrem Hiso: Rêveberiya Xweser ezmûnek serkeftî ye
21 ÇILE, 2023   00:50
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Serokê berê yê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso ku niha Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê ye,  bi minasebeta salvegera 9`emîn a damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê (21ʹÇile 2014), Kantona Kobanê (27ʹÇile 2014) û Kantona Efrîn (29ʹÇile 2014) ji ANHA’yê re axivî û pêşketinên di nava vê demê de nirxandin.

'RÊVEBERIYA XWESER HÊVÎ Û MAFÊN GELÊN HERÊMÊ TEMSÎL KIRIN'

Ekrem Hiso behsa pêvajoya destpêkirina şoreşa Sûriyeyê di Adara 2011`an de kir û destnîşan kir ku piştî demekê şoreş ji rê hat derxistin û wiha dom kir: “Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî pêwîstî bi şoreşê dît, Şoreşa 19`ê Tîrmehê li dar xist. Vê şoreşê li ser bingeha demokrasî û wekheviya di navbera tevahî pêkhateyên herêmê de dest pê kir, hêvî û mafên gel temsîl kirin û di demek kurt de destkeftiyên mezin bi dest xistin. Ax, bawerî, çand û zimanên gelên herêmê parast û gel dûrî tevlîheviya li Sûriyeyê kir.”

Hiso anî ziman ku damezrandina Rêveberiya Xweser ya li gorî projeya neteweya demokratîk, berhemeke Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye û diyar kir ku tevahî partiyên siyasî, ol û netweyên li herêmê cihê xwe di nava vê rêveberiyê de girtin.

Hiso anî ziman ku Rêveberiya Xweser di nava derfetên aborî, siyasî û leşkerî yên kêm de hat damezarandin û wiha behsa wê pêvajoyê kir: “Zehmetiyên pir mezin hatin kişandin. Çeteyên DAIŞ`ê xwestin herêmê dagir bikin. Rêveberiya Xweser bi şaxên xwe yên siyasî û leşkerî herêm parast û rê li ber DAIŞ`ê girt.”

'NE TENÊ PROJEYEK SÛRIYEYÎ YE'

Ekrem Hiso bal kişand ku Rêveberiya Xweser ji 2014`an heta niha gelek ezmûnên zehmet serkeftî derbas kirin û nûnertiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha dom kir: “Rêveberiya Xweser xwedî sîstemek demokratîk e û xwe berfireh kir. Bi kantonên Kobanê, Efrîn û Cizîrê dest pê kir. Îro sîstema xwe li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye rûniştandin.”

Serokê berê yê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso bal kişand ser girîngiya sîstema Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina krîzên li Sûriye û Rojhilata Navîn û ev tişt gotin: “Ev proje ne tenê projeyek sûriyeyî ye, lê ji bo tevahî Rojhilata Navîn e. Ji lew re hêzên herêmî yên dijberî mafên mirovan, demokrasî û mafên gelan dixwazin vê projeyê bêwate bikin.”

(cx)

ANHA