​​​​​​​Li Helebê bi hezaran kes ji bo Efrînê meşiyan

Li Helebê bi hezaran kes di salvegera 5ʹemîn a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de daketin qadan.

20 ÇILE, 2023   15:18
HELEB

Di salvegera 5ʹemîn a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de, bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê û koçberên ji Efrînê yên li Helebê meşek li dar xist.

Meş ji pêşiya hola civînana a 8ʹAdarê ya li beşê rojava ya taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û yênŞoreşa 19ʹê Tîrmehê û pankartên "Vegera sonda me ye" û "Ji dagirkerî û guhertina demgorafî re na" hatin hildan û bê navber dirûşmên silavkirina berxwedana YPG, YPJ, HREʹyê hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Zeytûn a li taxa Eşrefiyê rawestiya û axaftin hatin kirin.

ʹEFRÎN DILÊ KURDISTANÊ YE Û HINASA BERXWEDANÊ YEʹ

Endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Nêrgiz Bekir axivî, Efrîn bi dilê Kurdistanê û hinasa berxwedanê wesif kir û anî ziman ku armanca dijmin berxwedana gel lawaz bike û wan koçber bike da ku herêmê dagir bike.

Nêrgiz Bekir diyar kir ku gel bi îradeyeke xurt dagirkeriyê red dike û got: "Çeka rizgarkirina Efrînê berdewama xeta berxwedan û têkoşînê ye."

Nêrîz Bekir di dewama axaftinên xwe de bal kişand ser girîngiya yekitiya gelên Kurdistanê li hemberî dagirkerî, êrişên qirkirinê û planên komplogeran û got: "Li hemberî êrişên li ser Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat, li hemberî tecrîda li Îmraliyê divê gel yekitiya xwe ava bike. Tu kes nikare şoreşa me têk bibe. Bi îradeya şervanên xwe em ê bi ser bikevin û em ê gelên ku ji felsefeya rêber Ocalan vexwariyê nîşanî cîhanê bidin."

ʹ EFRÎN, EM TÊNʹ

Endamê Komîteya Meclisa Rûspiyan Şêx Elî El Hesen bal kişand ser berxwedana şêniyên Efrînê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê û got: "Van rojan salvegera 5ʹemîn a êrişên dagirkirina Efrînê di ser me re derbas dibe. Her ku 18ʹê Çileyê tê bîra me em xemgîn dibin û diêşin. Heman demê ji ber berxwedana 58 rojan a zarokên me, jin û mêrên Efrînê ya li hemberî sêyemîn artêşa NATOʹyê em serbilindahî û serferziyê hîs dikin. Ev dide diyarkirin ku yên ku wan rojan li dijî hemû cure çek, balafirên şer û tankan li ber xwe dan, dikarin Efrînê rizgar bikin. Ji vir ji Şêxmeqûsdê em bi xwediya jor, bi xwîna şehîdan û rûndikin zarokên me sond dixwin ku em ê vegerin Efrînê."

(bb)

ANHA