​​​​​​​Şehîdê berxwedana Efrînê Cûdî Qendîl li Başûr hat bibîranîn

Li Başûrê Kurdistanê nasnameya şehîdekî berxwedena Efrînê hate eşkeririn û Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê çû taziya malbatê.

​​​​​​​Şehîdê berxwedana Efrînê Cûdî Qendîl li Başûr hat bibîranîn
20 ÇILE, 2023   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera  êrişên dagirkerina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê şehîbûna Abdullah Ehmed, nasnav Cûdî Qendîl ê xelkê Çiwarqurne ya ser bi îdareya Raperînê ve ku di berxwedana Efrînê de şehîd bibû ji malbatê re ragihand.

Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê yên Başûrê Kurdistanê çû taziya malbatê. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, Seyid Xalîd axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker û xeta xiyanetê, êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd berdewam dikin. Şehîd Cûdî yek ji lehengên gelê me bû û canê xwe parastina gelê Kurd, xak û neteweya me kir. Li Başûrê Kurdistanê çû parastina Efrînê bike û jiyana xwe feda kir.”