MSD: Divê hêzên nîştimanî yên sûrî dagirkeriyê bi dawî bikin

MSD′ê bi boneya salvegera 5′an a destpêkirina êrişên li dijî Efrînê bang li hêzên nîştimanî yên sûrî kir ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk hevkar bin, her wiha bang li hêzên navneteweyî û Komkara Erebî kir ku li dijî siyasetên dewleta Tirk bisekinin.

MSD: Divê hêzên nîştimanî yên sûrî dagirkeriyê bi dawî bikin
20 ÇILE, 2023   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 5′an a destpêkirina êrişên li dijî Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Îro 5 sal di ser destpêkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê û gundewarên wê re derbas dibe û di encamê de bajar û herêmên girêdayî wê, piştî berxwedaneke efsanewî ku bi tîpên zêrîn li hember dagirkerî û tevahî çekên wê hate raberkirin, hatin dagirkirin. Armanca wê projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Ji dema dagirkirina Efrînê ve herêm di tevahî aliyan de di rewşeke trajedîk de ye. Rojane li bajar û gundewarên wê şerê koman heye û bi awayekî eşkere, bê hesab sûcan li dijî şêniyên resen pêk tînin.

Li bajêr rojane rewşên revandin, sûcên qetilkirin, desteserkirina mal û milkan û talankirina malan heye. Ji wê zêdetir jî şêniyên resen di girtîgehan de bêyî tu sûcî tên îşkencekirin.  Ew hemû li siyastên tirkkirinê yên li Efrînê û hemû herêmên dagirkirî yên li bakurê Sûriyê zêde dibin. Dewleta Tirk zimanê tirkî, pereya xwe ferz kir, navên kolan, qadên giştî û dibistanan guhartin. Ev belgeya îsbat a pêkanîna siyaseta guhartina demografîk e.

Ne dûrî herêma Efrînê, hîna bi hezaran şêniyên wê yên li herêmên Şehbayê li benda vegerê ne û di kampan de bêyî tu bernameyeke NY′yê ruxmî derbasbûna van hemû salan dijîn.

Ev salveger derbas dibe û herêm di nêzîkbûna navbera rejîma Tirkiyê û desthilata Şamê de derbas dibe. Ev yek li gel dagirkeriyê pêk tê. Lê yên zirar bibînin sûrî bi xwe ne. Lê yê herî sûdwar ku amadekariya hilbijartinan dike Erdogan e. Esed jî bi hewla rakirina tecrîda navneteweyî vê yekê dike. Ev nêzîkbûn bê guman wê xebata siyasî ya li Sûriyê ku di bingeh pêk nayê, rawestîne.

Em bang li hêzên navneteweyî û Komkara Erebî dikin ku li dijî siyasetên firehkirinê yên dewleta Tirk ên li ser hesabê cîranên xwe bisekinin û careke din teqez dikin ku xeteriya vê siyasetê ne tenê li Sûriyeyê ye, lê belê li dijî yekitiya wê ye. Em bang li wan dikin ku berpirsiyariya azarên şêniyên resen ên li Efrînê û gundewarên wê ku rakin.

Her wiha em bang li hêzên navneteweyî dikin ku lêpirsînên serbixwe yên sûc û kiryarên rojane ku rejîma Tirkiyeyê pêk tînin pêk bînin.

Em bang Ii tevahî hêzên demokrat ên li Sûriyê dikin ku ji bo bidawîkirina dagirkerina Efrînê û herêmên din ên Sûriyê hevkar bin, komên selefî, cîhadîst û çeteyan derxin, darizînin û dewleta Tirk weke dewleteke dagirker ragihînin.

Ji bilî diyaloga di navbera tevahî etnîk û pêkhateyan de tu çare ji krîza Sûriyeyê re tune ne. Em bang li hemû sûriyan dikin ku ji bo serketina rêveçûna diyaloga nîştimanî û geşkirina eniya hundirîn ku nêzîkbûnên nîştimanî çêbin kedê bidin. Da ku em dagirkeriyê û terorê bi dawî bikin û li gorî bingehên şareza ku rêzê ji pirrengiyê li gorî pergala birêvebirina demokratî ya nenavendî xwe bigihînin Sûriyeyeke nûjen."

(fr)