Li rojavayê Derayê 3 çekdar hatin kuştin

Di encama pevçûna muxaberata leşkerî ya hikumeta Şamê û komeke çekdar de 3 çekdar li bajarokê Mizêrîb ê rojavayê Derayê hatin kuştin.

Li rojavayê Derayê 3 çekdar hatin kuştin
20 ÇILE, 2023   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li bajarokê Mizêrîb ê rojavayê Derayê, di navbera muxaberata leşkerî ya hikumeta Şamê û komeke çekdar de pevçûnek rû da, di encamê de Mihemed El Şaxorî û du çekdarên din di serdegirtina li mala El Şaxorî de hatin kuştin.

El Şaxorî beriya bikeve "lihevkirinan" serkêşiya komên çekdar dikir, ew û 6 kesên din bi tevlêbûna li nava DAIŞ′ê hatibûn tawanbarkirin. Hikuma Şamê di dema dorpêça li ser Tefisê de got wan ber bi bakurê Sûriyê ve bişînin.

(fr)