Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê dagirkirina Efrînê şermezar kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da û dagirkirina Efrînê şermezar kir û banga têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê dagirkirina Efrînê şermezar kir
20 ÇILE, 2023   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20’ê Çileya 2018’an de êrişî Efrînê kir û piştî berxwedana 58 rojan a şêniyên wê bajêr dagir kiribû.

Têkildarî mijarê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê daxuyaniyek da û dagirkirina Efrînê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê her tim êrişî Kurdên li Efrînê mane dike ku armanca bingehîn pêkanîna guhertina demografik e. Tevî ku desthilatdariya xwe ya ewlehî û rêvebriyê li ser herêmê ferz kiriye, lê heya niha gelê ku li ser axa xwe mane û dev jê bernedane, her tim rastî binpêkirin û sûcan tên. Ev reftar hemû jî bi rêdana/serpereştiya dezgehên ewlehî yên girêdayî dagirkeriya Tirk pêk tên. Lewma dewleta Tirk a dagirker berpirsyariya vê yekê ya zagonî/dadwerî û encamên wê li pêşberî civaka navdewletî radike. Her wiha dewleta Tirk wek hêzeke dagirker erkên xwe li gorî rêziknameyên girêdayî zagon û adetên şerê bejahî yên girêdayî Peymana Laheyê ya çaremîn ku di sala 1907’an de pêk hatibû, binpê dike. Li gorî wê dewleta dagirker nabe ku erd û avahiyan desteser bike yan birûxîne yan wêran bike.

Em ji bo rewşa Efrînê tekez dikin ku tiştên ku dewleta Tirk û komên girêdayî wê dikin, biryarên navneteweyî û biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254’an binpê dike. Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herema Firatê, bangî hemû hêzên xwecih û herêmî û civaka navdewletî dikin ku bi erkên xwe rabin, ji bo rawestandina tewanên şer, guhertina demografiyê ku li Efrînê diqewimin, destwerdanê bikin û bi erkên xwe rabin.”

Her wiha di daxuyaniyê ev bang hate kirin: “Di heman demê de em bang li hemû pêkhateyên li Sûriyeyê dikin ku bibin yek û bi hev re tê bikoşin da ku dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin. Xebatên bidawîkirina krîza Sûryeyê bi rêya pêkanîna goftûgoyan di navbera hemû aliyên sûrî de bikin. Da ku em bi hev re Sûriyeke demokratîk, piralî, nenavendî ku mafên hemû pêkhateyan biparêze û dawiyê li êş û azarên Sûriyeyê bîne.”