Serlêdana malbatan a ji bo hevdîtina rêber Ocalan hate redkirin

Malbatên Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir.

Serlêdana malbatan a ji bo hevdîtina rêber Ocalan hate redkirin
20 ÇILE, 2023   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêdeyî 21 meh in bi ti awayî ji Rêber Abdullah Ocalan ku di nava tecrîdeke giran de ye agahî nayê wergirtin. Mehmet Ocalan birayê Rêber Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç tevî xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin.

Parêzer jî hefteyê du caran ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan dikin, lê belê serlêdan bêbersiv têne hiştin.