​​​​​​​Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Em nahêlin tecrîda li Îmraliyê tevahiya civakê dîl bigire

Çalakiya Nobeta Edaletê ya parlamenterên HDP’ê ya li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan di roja xwe ya 22’yemîn de didome.

​​​​​​​Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Em nahêlin tecrîda li Îmraliyê tevahiya civakê dîl bigire
20 ÇILE, 2023   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Nobeda Edaletê ku parlamenterên HDP'ê li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 22'yan de didome. Parlamenter Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Mahmut Togrul, Omer Ocalan, Zeynel Ozen, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Celadet Gaydalî, Zuleyha Gulûm û Kemal Pekoz beşdarî nobedê bûn.

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan li vir daxuyanî da û diyar kir ew 22 roj e li hemberî bêedaletiyê di nobetê de ne. Ocalan got: “Em şopdarên vê rojevê ne. Ji ber ku li her dera welat bêhiqûqtî û bêedaletî heye. Hemû raya giştî û çapemenî sedemên nobeda me ya li vir dizanin. Em careke din bi bîr tînin. Ger ev welat dewleteke hiqûqê be, ger bi qanûnan tê rêvebirin, divê ev qanûn li her derê hebin. 22 meh e em nikarin agahiyan ji Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li ba rêzdar Ocalan in wergirin.

Divê wezîrê edaletê derkeve û daxuyaniyekê bide. Dem bi dem tecrîd girantir dibe, lê têkiliya herî dawîn bi Îmraliyê re 22 meh berê pêk hatiye. Ew jî axaftina bi telefonê ya bi qasî 4,5 deqîqeyan bû. Ev jî ne li gorî mewzûatê hatiye kirin. Em dixwazin rewşa ku birêz Ocalan li wir diyar kiriye careke din diyar bikin. Rêzdar Ocalan gotibû ‘Ev pirseke siyasî ye, meseleyeke qanûnî ye. Li vir pirsgirêkên hiqûqî hene, divê di zûtirîn demê de parêzer bên vir.' Kurteya wê hevdîtinê ev bû. Birêz Ocalan destnîşan kir ku 'dewletê xeletî kiriye û bila kes nebe şirîkê vê xeletiyê'. Binêrin, wekî malbat, em bi rêkûpêk her hefte serlêdanê dikin. Lê mixabin serlêdanên me di valahiyê de ne. Tu muxatabê me tune. Ne bersivên erênî ne jî yên neyînî nadin me.

Çima li vî welatî qanûn li Îmraliyê nayên bicihanîn? Çima malbat nikarin biçin hevdîtinê, çima parêzer nikarin hevdîtinê bi muwekîlên xwe bikin? Haya me jê heye ku li vir dijminatiyeke kûr a li hemberî Kurdan heye. AKP ji bo li ser desthilatdariyê bimîne dixwaze her tiştî bixe bin kontrola xwe. Dixwaze dem bi dem hin pirsgirêkan kûrtir bike. Lê ev mijar pir ciddî ye. Ji ber vê em parlementerên HDP’ê 22 roj e di Nobeta Edaletê de ne. Daxwazên me meşrû û qanûnî ne. Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag berpirsê vê yekê ye lê nikare bersiva serlêdanên me jî bide. Em dixwazin qanûn di zûtirîn demê de bên pêkanîn. Em wek malbat û parêzer dixwazin hevdîtinên rûtîn li Îmraliyê bên kirin. Divê her kes bi giraniya vê meselê zanibe. Em wek gel û weke partî vê têkoşînê dimeşînin, em bang li AKP’ê dikin ku qanûnan pêk bîne. Ji bo vê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê nehêlin tecrîda li Îmraliyê tevahiya civakê dîl bigire."