′Berxwedana Efrînê têgeha berxwedanê ji hemû cîhanê re îsbat kir′

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr anîn û diyar kir ku berxwedana Efrînê têgeha berxwedanê ji hemû cîhanê re îsbat kir û got "Divê em vê dîrokê biparêzin û bi bîr bixin."

′Berxwedana Efrînê têgeha berxwedanê ji hemû cîhanê re îsbat kir′
20 ÇILE, 2023   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bi boneya salvegera êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin dijmin Efrîn û çanda wê bi awayekî hovane kir hedef û destnîşan kir ku li wir armancên dewleta Tirk a dagirker pêk nehatin. Ji ber ku li Efrînê berxwedaneke mezin pêk hat û “têgeha berxwedanê ji hemû cîhanê re îsbat kir” û nêzî 2 mehan wê berxwedanê dewam kir.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin di heman dîrokê de dagirkeriyê bi rêya plana xwe ya li dijî girtîgeha Sînaa hewl da Hesekê dagir bike û ji nû ve xîlafeta DAIŞ′ê vegerîne. Lê bi saya berxwedana gelê herêmê û hêzên wê ew plan bi ser neket û şehîdên Gurzê Gelan bi bîr anîn.

Mala Êzidiyan di daxuyaniyê de eşkere kir ku li hember van sûcan û di vê roja dîrokî de parlamentoya Almanyayê jenosîd û qirkirina li Şengalê li dijî êzidiyan ji hêla rêxistina DAIŞ′ê ve pêk hatî nas kir. Ji ber wê divê bandorên vî sûcî werin rakirin, ji nû ve Şengal were avakirin û koçberên wê vegerin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku divê ev dîrok were bibîrxistin ku bibe şahidê serkeftinê, ew jî projeya demokratîk anku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

(fr)