Kongra Star: Rêveberiya Xweser hêviya gelên azadîxwaz e

Kongra Star bi boneya salvegera 9’emîn a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê daxuyaniyek da û got “Rêveberiya Xweser hêviya gelên azadîxwaz e.”

Kongra Star: Rêveberiya Xweser hêviya gelên azadîxwaz e
20 ÇILE, 2023   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Koordînasyona Kongra Star de hate gotin: “9’emîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, em di serî li xwediyê felsefeya neteweya demokratîk rêber Ocalan, li giyanê tevahî şehîdan, her wiha li hemû xebatkar û karmendên Rêveberiya Xweser û tevahî gelên herêmê pîroz dikin.”

Hate diyarkirin projeya rêveberiya xweser li ser esasên wekhevî, dadmendî, aştî û hezkirinê ava bûye û hate gotin: “Projeya rêveberiya xweser ji bo mafê jinan mîsoger bike roleke bêhempa list. Yek ji xalên ku em balê bikişînin ser jî pêkanîna sîstema hevserokatiyê bû. Em dikarin bibêjin sîstema hevserokatiyê ji destkeftiyên rêveberiya xweser bû.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha hat gotin: “Di dawiyê de em dewamkirina hebûn û berxwedana Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ku di sala xwe ya 9’emîn de bû rê û pêşeng ji bo firehkirina sîstema Rêveberiya Xweser li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em pîroz dikin û piştgiriyê didinê. Bi heviya dewama meşa serkeftî ji bo xizmeta gelên herêmê û tevahî gelên azadîxwaz.”