Rojnameyên erebî: Beriya hilbijartinên Tirkiyeyê nasnameyên sûriyan dîsa di rojevê de ne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa tevgerên desthilatdarên dewleta Tirk a dagirker ên der barê penaberên sûriyeyî û nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re, nakokiyên di navbera partiyên Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê û krîza siyasî ya li Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Beriya hilbijartinên Tirkiyeyê nasnameyên sûriyan dîsa di rojevê de ne
20 ÇILE, 2023   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

TIRKIYE: BERIYA HILBIJARTINAN DÎSA ZINDÎKIRINA MIJARA NASNAMEYÊN SÛRIYAN′

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El Ewsat ev tişt nivîsî: "Li gel axaftina li ser dosyaya vegera penaberên sûrî yên li Tirkiyeyê li welatê wan û pêşniyarkirina wê di dan û standinên nêzîkbûna di navbera Enqere û Şamê de dîsa heman dosya xwe li qada siyasî ya hundirîn a Tirkiyeyê bi nêzîkbûna hilbijartinên serokatî û parlamentoyê re ferz dike.

Komên xizmetî sûriyên li Tirkiyeyê dikin, eşkere kir ku wan di 2 mehên dawî de peyam ji desthilatdarên Tirkiyeyê wergirtin. Di peyaman de tê gotin ku dosyayên nasnameyên taybet ên sûriyan hatin rakirin û divê berê xwe bidin rêveberiya penaberiyê.

Gelek lêpirsîn têkildarî bi hezaran sûriyên li Tirkiyeyê dane destpêkirin ku berê xwe bidin rêveberiyên penaberiyê da ku li dosyayên xwe vegerin.

Hin sûriyan bi bîr xist ku wan ji bo lêvegerê serî li rêveberiyên penaberiyê daye û ji wan re hate gotin hûn dixwazin dosyayên xwe temam bikin an jî bernameya ji nû ve qebûlkirinê yan jî bicihkirina li dewleteke sêyemîn hilbijêrin.

Bi hezaran dosyayên taybet ên dayîna nasnameyan ji sûriyan re li rêveberiyên penaberî û nasnmeyan ên li Tirkiyeyê beriya hilbijartinên di Adara 2019′an heta Gulana borî de hatibû rakirin. Hin sûriyan da zanîn ku wan ji bo wergirtina nasnameyê serî li rêveberiya penaberiyê da û ew tedbîr heta zêdetirî 3 salan dewam kirin û dûre ji nişka ve hatin rakirin.”

′KURDÊN IRAQÊ BI FIKAR IN KU KRÎZA SIYASÎ BIBE NAKOKIYA ÇEKDARÎ′

Têkildarî rewşa Başûrê Kurdistanê, rojnameya El Ereb ev tişt nivîsî: "Serdana şandeya Amerîkayê ya bi serkêşiya koordînatorê Koşka Spî ya Kar û Barên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk ji herêma Kurdistanê re ku nakokiya di navbera PDK′ê û YNK′ê de rake, bi ser neket.

Ji salên 1990′î ve nakokî di navbera her du partiyên sereke yên li herêma kurdî hene. Van nakokiyan li gel Kurdan metirsiya vegera şerekî çekdarî çêkir. Bi taybet her du alî tu tawîzan nadin.

Li gorî berpirsên Kurd, li gel PDK′ê û YNK′ê yekîneyên leşkerî hene. Hejmara wan her duyan di navbera 100 hezar û 120 hezaran de ye.

Hewldanên Amerîka û Ewropayê yên ji bo yekkirina van hêzan bi bin ketin."

′LI LUBNANÊ DI TÛRA 11′AN DE SEROKKOMAR NEHAT HILBIJARTIN′

Girêdayî Lubnanê rojnameya El Beyan wiha nivîsand: "Di rûniştinên hilbijartinên serokatiya Lubnanê de dîsa şanoya kaxizên spî rû da.

Di çarçoveya dewama şanoya kaxiza spî û betalkirina mafê de ku hîna ′Hêzên 8′ê Adarê′ xwe li ser Meclisa Nûneran ferz dikin ku valahiya serokatiyê dirêj bike, hilbijartina serokkomariyê, bi paş bixe, Meclisa Nûneran duh civiya. Meclisa Nûneran niyet kir ku serokekî nû ji bo komarê, di gera 9′an de piştî valabûna posta yekem a serokatiyê û ya 11′an jî li ser rêya pêşbaziya serokatiyê hilnebijêre. Gelek parlamenterên Guhartinê biryar da ku heta armanca hilbijartinê bi dewreyên xwe yên li pey hev pêk bê, ew ê li hundirê hola Meclisa Nûneran bin."

(fr)