Di salvegera êrişên li ser Efrînê û Girtîgeha Sînaa de bangên hevgirtinê

Di salvegera 5`emîn a êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Efrînê û salvegera yekemîn a êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser Girtîgeha Sînaa de, partiyên siyasî û rêxistinên civakî û jinan banga hevgirtinê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Di salvegera êrişên li ser Efrînê û Girtîgeha Sînaa de bangên hevgirtinê
Di salvegera êrişên li ser Efrînê û Girtîgeha Sînaa de bangên hevgirtinê
Di salvegera êrişên li ser Efrînê û Girtîgeha Sînaa de bangên hevgirtinê
Di salvegera êrişên li ser Efrînê û Girtîgeha Sînaa de bangên hevgirtinê
Di salvegera êrişên li ser Efrînê û Girtîgeha Sînaa de bangên hevgirtinê
19 ÇILE, 2023   12:23
 NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe (20`ê Çileyê) salvegera 5`emîn a êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê û salvegera yekemîn a êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser Gitîgeha Sînaa ya Hesekê ye.

Têkildarî mijarê, Koordînasyona Partiyên Siyasî ya kantona Şehbayê, Yekitiya Êzidiyan a Helebê, Yektiiya Jinên Êzidî ya Rojava, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, daxuyaniyên cuda dan.

ŞEHBA

Bi dehan endamên partiyên siyasî yên kantona Şehbayê li pêşiya Hola Axîn Welat a navçeya Fafînê kom bûn. Alên wan partiyan, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û pankertek bi nivîsa “Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrînê şermezar dikin, Efrîn rûmeta me ye, em ji bo Efrînê fedaî ne” hatin rakirin.

Di daxuyaniya ku bi zimanên erebî û kurdî hatiye xwendin de, bal li ser sûcên revandin, kuştin, îşkece, dizî, birîna darên zeytûnan û desteserkirina mal û milkan ji aliyê dewleta dagirker ve li Efrînê hat kirin û hat gotin ku ew sûc bi armanca koçberkirina Kurdên li Efrînê mane, tên kirin.

Hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya koçberkirina zêdetirî 350 hezar welatiyan û bicihkirina zêdetirî 400 kesên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê, li Efrînê binesaziya mirovî diguherîne.

Di dawiya daxuyaniyê de, Koordînasyona Partiyên Siyasî soz da ku ew ê teşhîrkirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker bidomîne û Sûriyeyek democrat, pirreng û nenevandî ava bike.

DAXUYANIYA HEVBEŞ

Yekitiya Êzidiyan a Helebê û Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava daxuyaniyek hevbeş da, Hevseroka Yektiiya Êzidiyan Yildiz Marko daxuyanî li pêşiya nivîsgeha yekitiyê ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd xwend.

Heman daxuyanî li kantona Şehbayê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava û Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê ve hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Dilovan Elo, endama Yekitiya Êzidiyan Ahîn Reibikê ve li qada Kampa Serdem a navçeya Ehdasê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Efrîn beriya ku were dagirkirin, ji bo tevahî pêkhateyên Sûriyeyê stargeh bû, zêdetirî 400 hezar sûriyeyiyên ku ji ber şer reviyabûn xwe li Efrînê girtibûn.

Bal li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û guhertina demografiyayê li Efrînê hat kişandin û hat gotin: “Dagirker nasnameya dîrokî û demografiyaya herêmê diguherînin. Di wê çarçoveyê de, xwecihên herêmê bi darê zorê didin koçberkirin, nasnameya olî li gundên êzidiyan diguherînin û mizgeftan lê ava dikin, perestgehên êzidiyan dirûxînin. Beriya mehekê di şev Cejna Êzî de li gundê Basofanê yê Şêrawa, gelek kêlikên gorên pêşiyên me xirab kirin.”

MECLISA JINAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî daxuyaniyek nivîskî da. Tê de bal li ser êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê û êrişa çeteyên DAIŞ`ê li dijî Girtîgeha Sînaa hat kişandin.

Hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker siyaseta xwe ya diminahiyê, bi taybet li hemberî jinên Kurd ên ku DAIŞ têk birin, didomîne.

Meclisa Jinan di dawiya daxuyaniya xwe de banga hevgirtin û yekitiyê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevger û rêxistinên jinan kir, da ku li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Bang li hêzên navneteweyî jî hat kirin ku zextê li dewleta Tirk bike da ku dagirkeriya xwe li tevahî herêmên Sûriyeyê bi dawî bike.

AMÛDÊ

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê jî têkildarî heman mijarê li pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a navçeya Amûdê daxuyaniyek da. Endamên koordînasyonê, Meclisa Zagonsaz û Meclisa Rêveber ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û endamên Meclisa Edaleta beşdar bûn.

Hevseroka Meclisa Edaletê ya herêma Cizîrê Wela Elî daxuyanî xwend û got: “Bi nêzîkbûna boneyên girîng ên di dîroka herêmên me de, dewleta Tirk ji bo dagirkirina herêmên me êrişan pêk tîne.

Di salvegera damezrandina Rêveberiyên Xweser ên herêman, dewleta Tirk a faşîst di 20`ê Çileya 2018`an de êrişî Efrînê kir. Li hember van êrişan gel 58 rojan berxwedanek dîrokî ya bê mînak raber kir.”

Di daxuyaniyê de şehîdên Berxwedana Serdemê û 121 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan hatin bibîranîn.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ca_yhNw5JKY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1XtaeK0zxDI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MB-peXYPYHo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>