PYD`ê şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr anîn

PYD`ê şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr anîn û bang li civata navneteweyî û hêzên Koalîsyona Navneteweyî kir ku vê nexweşiyê tune bikin, dadgeheke navneteweyî ava bikin da ku çeteyên DAIŞ`ê yên girtî darizînin.

PYD`ê şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr anîn
18 ÇILE, 2023   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

 Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hemwextî salvegera yekemîn a êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Di komploya yekemîn de piştî tunekirina DAIŞ'ê sala 2019'an li Baxozê, çeteyên DAIŞ'ê êrişek li dijî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê pêk anî ku zêdetirî 3 hezar girtiyên DAIŞ'ê tê de hatine girtin. Çeteyan di girtîgehê de îsyan kir, parêzvan revandin.  Lê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Asayîş û Hêzn Antî Teror girtîgeh û taxa lê dorpêç kirin. Piştî ku şer çend rojan dewam kir QSD'ê girtîgeha kontrol kir û çeteyên ku hewl dane birevin, girtin. Hemwextî wê êrişê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên sûriyeyî berê xwe dan Til Temirê. Ev nîşan da ku êriş û tevgerên dagirkeran bi hev ve girêdayî ne. Komployeke ji bo vejandina DAIŞ`ê û derxistina tevliheviyê li herêmên Rêveberiya Xweser e. Ev herêm bibe tovika vejandina terora DAIŞ`ê li herêmê.

Bi berxwedaneke destanî QSD`ê komplo têk bir û di encamê de 121 şervanên QSD û hêzên Asayîşê şehîd bûn. Ev êriş, xetereya van şaneyan xuya kir ku gelek dewletên herêmî wan bi kar tînin ji ber ku ji berjewendiya wan e aloziya Sûriyê berdewam bike û DAIŞ li herêmên Rêveberiya Xweser were vejandin.

Em di salvegera yekemîn a vê komployê de fedakariyên 121 şehîdan bi bîr tînin ku di oxira parastina herêmê ji terora DAIŞ`ê û piştevanên wê de, canê xwe feda kir. Di heman demê de em berxwedana destanî ya QSD û Asayîşê ji bo parastina herêmê, berxwedana gelê xwe silav dikin ku îsbat kir piştevanê hêzên xwe yên leheng e. Em bang li civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî dikin ku hewl bidin vê nexweşiyê tune bikin, fişarê li dewletan bikin ku hemwelatiyên wan ên DAIŞ`î di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne, da ku dadgeheke navneteweyî ava bikin, wan girtiyan darizînin û parastina ji girtîgehên wan re peyda bikin. Rê li pêşiya destwerdana dewleta Tirk li herêmên Rêveberiya Xweser bigirin. Ji ber ku dema QSD`ê bi bersivandina êrişên derve re mijul bibe, dê şert û merc ji bo vejandina DAIŞ`ê li herêmê guncaw bin.”

(dm/şx)