Li Ermenistanê di baregeheke leşkerî de şewat: 15 leşker mirin

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê ragihand ku di baregeheke leşkerî de şewat derketiye û di encamê de 15 leşker mirine û 3 jî birîndar bûne.

Li Ermenistanê di baregeheke leşkerî de şewat: 15 leşker mirin
19 ÇILE, 2023   06:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê daxuyand: "Li gorî daneyên destpêkê, di beşeke girêdayî yekîneyên endezyariyê yên baregeheke keşkerî de şewatek derket. Di encama wê şewatê de 15 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn. Rewşa birîndaran giran e."

Wezaretê sedema şewatê diyar nekir û got tîmên têkildar lêpirsîn da destpêkirin.

Hate zanîn ku duh derengiya şevê li gundê Îzet ê herêma Cigarkonikê ku hêzên endezyariyê lê bi cih bûne, şewat çêbû.