`Divê her kes ji bo bidawîkirina tecrîdê têbikoşe `

Malbatên şehîdan ên Kobanê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li rêxistinên mirovahî kir ku erka xwe li hember rêber bi cih bînin û rewşa wî ya tenduristî eşkere bikin. Her wiha destnîşan kir ku divê ew tê bikoşin heta ku tecrîda li ser rêber bişkînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

`Divê her kes ji bo bidawîkirina tecrîdê têbikoşe `
18 ÇILE, 2023   23:36
KOBANÊ

Li seranserî erdnîgariya Kurdistanê û derveyî wê, li hember tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan nerazîbûn hebûn. Di wê çarçoveyê de malbatên şehîdan ên Kobanê banga eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan kir.

/kr/uploads/files/2023/01/18/194525_.webp

Birayê şehîd Bawer, Hecî Gol Agasî diyar kir ku ji beriya 24 salan ve dewleta Tirk tecrîd li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ev li dijî qanûnên navnetweyî û mirovahî ye. Çawa ku kesê gelên bindest diparêze, tê girtin? Çawa rêxistinên ku banga mirovahiyê dikin li hember vê tecrîdê bê deng in?”

Hecî diyar kir ku tenduristiya rêber Abdullah Ocalan heta niha ne diyar e û tevî ku dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîdê qanûnan binpê lê rêxistinên mîna CPT bêdeng in ruxmî ku dikarin rewşa wî nas bikin.

Hecî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew dê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bişkînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin û got: “Bila her kes bizane ku rêber Abdullah Ocalan ne bi tenê ye, lê belê gelek ji bo azadiyê û azadiya wî tê dikoşe heye.”

/kr/uploads/files/2023/01/18/194546_.webp

Bavê şehîd Artêş, Fethî Elî destnîşan kir ku civata navneteweyî dualî ye ku ji bo parastina mafên mirovan gelek qanûn danîn û ev li gotinên xwe zêde kir: “Tecrîd, îsbat dike ku qanûnên hatine danîn, ji bo parastina sûcdaran e. Ger ne wisa bûya, wê demê rêxistinên mirovî dê serdana girtîgehê bikirana û dê rewşa wî eşkere kiribana.”

Fethî Elî da zanîn ku ji ber ku rêber Abdullah Ocalan banga azadiya gelê xwe kir, komplo li dijî wî pêk anîn û wiha got: “Wan wisa fikrîn ku bi vê komployê dê doza rêber tune bikin lê ew nezanin ku gelek ji bo azadiya rêber a fîzîkî tê dikoşe heye.”

Elî di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku gelê bê rêber, azadiya wî jî nîne. Her wiha got: "Rêberê me îro bi fikrê xwe di nava me de tê dikoşe,  divê her kes tê bikoşe da ku tecrîda li ser wî bişkîne."

(dm/şx)

ANHA