Dersa demokrasiyê ku Rêveberiya Xweser li dijî bazarên sêalî dide - Halîl CEMAL

Dersa demokrasiyê ku Rêveberiya Xweser li dijî bazarên sêalî dide - Halîl CEMAL
19 ÇILE, 2023   00:52

Rojeveke herî girîng a Rojhilata Navîn, belkî jî ya herî girîng, mijara çawaniya nirxandina aloziya Sûriyeyê ye. Civîna wezîrên şer ên Şam-Enqere û rêxistinên îstixbaratê ya li Moskovê, xwesteka Îmaratê ji bo tevlêbûna nav Moskov-Şam-Enqereyê û memnûniyeta Tehranê ji civînan re, girîngiya krîza Sûriyeyê careke din di rojevê de hişt.

Di hevdîtinên li Moskovê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek pirsgirêka sereke hate nîqaşkirin. Anku li ser maseyê tesfiyekirina Rêveberiya Xweser ku bi tifaqa Kurd-Ereb-Suryanan pêk hat, hebû. Aliyan hewl da bi giranî li ser vê mijarê peymanê pêk bînin. Piştî vê hevdîtinê ku li ser daxwaza Rûsyayê pêk hat, hewl tê dayîn şertên hevdîtina şefê faşîst Erdogan û Beşar El Esas jî bên afirandin. Ev plana demeke dirêj e li Moskovê tê amadekirin û di rojeva cîhanê û herêmê de jî gelekî bal kişand.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî yek ji wan hêzan e ku ji nêz ve herêmê dişopîne û bi gotina “Ev dem ne dema hevdîtinên bi Şamê re ye" hewl da eyarê bide Enqereyê. Li ser vê yekê civîna wezîrên karên derve yên Enqere-Şamê taloqî meha Sibatê kirin.

Di vê navberê de şefê faşîst Erdogan telefonî serokwezîrê Iraqê Sûdanî kir û got "Qedandina hebûna PKK'ê li xaka Iraqê di heman demê de pêwîstiyeke berjewendiyên ewlekariya neteweyî ya vî welatî ye." û Sûdanî vexwend Enqereyê. Têkildarî vê trafîka hevdîtinan Mesrûr Barzanî jî ku wek nûnerê MÎT'ê yê Iraqê tev digere, dest bi sefera xwe ya li Bexdayê kir. Meseleya Şengalê jî wek rojeveke girîng danî pêşiya rêveberiya Bexdayê. Di dawiya "Civîna Komîteya Şêwirmendiya Siyasî" de ku li Riyadê di navbera Misir û Erebistana Siûdiyê de pêk hat ku xwe wek serkêşên Ereban dibînin û ji ber vê yekê li hemberî geşedanên li herêmê hestyar in, daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin "Her gefeke operasyonên leşkerî ku dê bandorê li xaka Sûriyeyê bike û gelê Sûriyeyê terorîze bike, red dikin."

ŞÎFREYÊN SERDANA ÎRANÊ YA LI ŞAMÊ

Heke mesele Kurd û Sûriye be, ne mimkun e ku ji hêzên bibandor ên herêmê Îran jî jê dûr bisekine. Serokkomarê berê yê Îranê Ehmedînejad got “Sînorên Îranê ji Beyrûtê dest pê dikin.” û diyar kir ku Sûriye di nav siyaseta Îranê de xwedî cihekî girîng e. Di vê çarçoveyê de wezîrê karên derve yê Îranê serdana Şamê kir. Ev serdan nîşana wê yekê bû ku Îran nikare li hember rûdanên heyî bê deng bimîne. Piştî civînê wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Feysel Mîqdad got "Her hevdîtinek bi Tirkiyeyê re dê li ser rêzgirtina li ser serweriyê, bidawîkirina dagirkeriyê û rawestandina destekdayîna terorê be. Ji bo hevdîtinên payebilind ên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de divê zemîneke guncaw bê avakirin. Hevdîtina Erdogan û Beşar El Esad girêdayî tunekirina sedemên nakokiyên di navbera her du welatan de ye." Di heman demê de Beşar El Esed ji têkildarî civîna Şam-Enqereyê got "Diyalog bi Tirkiyeyê re çênabe heta ku armanca hevdîtinan bidawîkirina dagirkeriyê be û dest ji piştgiriya terorê bernede." Piştî hevdîtinên li Şamê wezîrê karên derve yê Îranê çû Enqereyê.

Girêdayî nêzîkbûna Şam-Enqereyê jî, destên dewleta Tirk a faşîst çeteyan jî li hember dewleta Tirk bertek nîşan dan. Ji bilî Idlibê, hewl dan serweriya El Nusrayê li hemû herêmên dagirkirî û bi taybet Efrînê saz bikin. Li gel vê pêngava ku wek tevgereke DYA’yê û her wiha ya Enqereyê xuya dike, nakokiyên di navbera Hemas û hikumeta Şamê de jî li ser navbeynkariya Îranê hêdî hêdî kêm bûn.

RÊVEBERIYA XWESER HEWLDANÊN LEŞKERÎ Û SIYASÎ YÊN LI HEMBER ÊRIŞAN ZÊDE KIRIN

Hem li hember van pêşketinan û hem jî li dijî êrişên dagirkeriya faşîst ên dewleta Tirk yên di 19-20'ê Mijdarê de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîrên xwe zêde kirin û hêzên xwe li gorî wê bi cih kirin û xebatên xwe xurt kirin da ku ne tenê herêma xweser lê hemû gelên Sûriyeyê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin û hêzê bidin têkoşîna ji bo Sûriyeke demokratîk. Rêveberiya Xweser însiyatîf û çalakiyên bi vî rengî li Sûriyeyê zêde kirin û di heman pêvajoyê de xebatên xwe yên dîplomasiyê jî gelekî zêde kirin.

BANDORA HESABÊN RÛSYA Û DYA’YÊ

Bi taybet piştî derbeya ku di sala 2014'an de li Ukraynayê pêk hat, pirsgirêka Ukrayna û Sûriyeyê li gel nakokiyên di navbera Rûsya û hêzên NATO'yê de û bi taybet DYA’yê zêde bûn. NATO'yê dixwest bi rêya Ukrayna û dewleta Tirk a faşîst ku endameke NATO'yê ye, Rûsyayê dorpêç bike. Hewldana derbeya sala 2015'an û xistina balafireke Rûsyayê li Sûriyeyê û kuştina sefîrê Rûsyayê li Enqereyê ji bo vê dorpêçê qonaxên girîng bûn.

Pûtîn ji bo ku vê lîstika dorpêçê ya DYA-NATO'yê bi rêya Tirkiyeyê têk bibe, têkliyên xwe yên bi desthilata AKP/MHP'ê re xurttir kirin. Ji bo vê jî şewqa kesk da dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Efrînê û êrişên dagirkeriyê yên piştî wê. Rola xwe di veguhastina komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê ji deverên cuda yên Sûriyeyê de û bi taybet li ser esasê veguhestina wan ber bi Idlibê ve lîst. Dema ku ev dikir jî hewl da ku dewleta Tirk a faşîst gav bi gav nêzî rêveberiya Şamê bike. Ev însiyatîf gihand vê qonaxa îro. Rûsyayê di têkiliyên xwe yên li gel Rêveberiya Xweser de jî siyaseteke bi heman rengî meşand. Anku hewl da Rêveberiya Xweser nêzî Rêveberiya Şamê bike. Lê belê ji ber ku bêhtir li gorî pêwîstiyên Şamê bû, ev nêzîkatî neçû serî. Tevî wê jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dan û standinên li gel hikumeta Şamê de israr kir.

LI TEHRANÊ LI DIJÎ RÊVEBERIYA XWESER PEYMAN HATE ÎMZEKIRIN

Hevdîtina dawîn a Tehran-Enqere-Moskovê li Tehranê di 19'ê Tîrmeha 2022'yan de pêk hat û lihevkirineke hevbeş têkildarî vekişîna DYA’yê ji herêmê û redkirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser pêk hat.

Piştî civînê şefê faşîst RecepTayyîp Erdogan got "Divê DYA ji rojhilatê Firatê vekişe." Di 5’ê Texaxa 2022’yan de Pûtîn û Erdogan li Moskovê li hev civiyan. Pûtîn ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê û kiryarên leşkerî yên dewleta Tirk a faşîst şertê hevdîtina bi Şamê re diyar kir. Nûkirina Lihevkirina Edeneyê careke din ket rojevê. Heta wê demê hevdîtinên di asta îstixbaratî de dihatin kirin lê êdî li Moskovê veguherîn civînên wezîrên şer. Rûsyayê bi taybetî ev pêvajo teşwîq kir. Anku nêzîkbûna Enqere û Şamê wek parçeyekî avakirina hevsengiyeke li dijî DYA û NATO'yê dît.

Têkiliyên Îranê û dewleta Tirk a faşîst hevsengtir in û li ser bingeha gelek gumanan dewam dikin. Polîtîkayên Qefqasyayê yên dewleta Tirk, Îranê aciz dikin. Îran dibêje ev polîtîka ji polîtîkayên NATO’yê cuda nîn in. Ji aliyekî din ve jî dewleta Tirk ku li Sûriyeyê xurt dibe û gelek cihan dagir dike, li gorî berjewendiyên xwe nabîe. Ji bo vê jî Îran ku di nav sînorên xwe de pirsgirêka Kurd heye û îro di nav krîzeke giran a sosyal, siyasî û aborî de ye, polîtîkayên dewleta Tirk hem li Sûriyeyê, hem li Iraqê û hem jî li başûrê Qefkasyaya wek destwerdaneke li qada xwe ya serweriyê dibîne û têkiliyên xwe li gorî vê saz dike.

Tevî ku endameke destpêkê ya NATO'yê ye û yek ji pêşengên têkoşîna li dijî komunîzmê ye jî, têkiliyên wê yên bi desthilata AKP/MHP'ê re ku welatên NATO'yê jî gumanan jê dikin û polîtîkayên xwe li gorî vê gumanê didomînin, rewşeke wisa ye ku divê Rûsya jî li ber çavan bigire.

TÊKOŞÎNA RÊVEBERIYA XWESER A JI BO SÛRIYEYA DEMOKRATÎK

Di nava van şert û mercan de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava yekparebûna xaka Sûriyeyê de bêyî ku dijminahiya kesî bike, lê bi berxwedana li dijî kesên ku dijminahiya wê dikin û hewl didin wê tune bikin, têkoşîna ji bo Sûriya demokratîk dimeşîne. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser ji bo afirandina sîstemeke li ser bingeha têkiliyên welatîbûna wekhev û di têkilî û tifaqên xwe de bi nirxên demokratîk re hurmetdar be, mîsogeriya statuyeke mayînde hêvî dike. Ev bendewarî gefê li berjewendiyên Rûsya, Amerîka yan jî hêzeke din a global naxwe. Berovajî vê yekê, statuyeke bi vî rengî dê di aramiya herêmê de roleke girîng bilîze û di heman demê de dê bibe gavek ji bo çareseriya gelek pirsgirêkên herêmê.

Bi kurtasî, rastiya ku hêzên Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî heta niha hebûna xwe li Sûriyeyê tenê li ser bingeha "şirîkatiya li dijî DAIŞ'ê" nîşan didin, di heman demê de tê wateya metirsiya li ser pêkhateyên Rêveberiya Xweser û bi taybet Kurdan. Ji ber ku ev hincet di heman demê de tê wateya banga êrişên hêzên li dijî Kurdan û ji bo wan jî polîtîkayên qirkirinê bi serbestî pêk bînin. Îro ev hincet jî sedema êrişên faşîzan ên li dijî Rêveberiya Xweser û ferzkirina bêçareseriya rêveberiya Şamê ne.

Di çarçoveya van hemû rastiyan de, mecbûriyeteke mirovî ye ku tevkariyê li têkoşîna Rêveberiya Xweser bike ku ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê dimeşîne. Ji bo têkoşîneke ku hêzeke li dijî mirovahiyê ya mîna DAIŞ'ê bê bandor kir, ne daxwazeke luks e ku bibe xwedî şensekî bi vî rengî. Dibe ku ev rewş li dijî polîtîkayên heyî yên netewedewletên herêmî yên li ser dijminatiya Kurdan ava bûne, lê ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê firsendên girîng ên demokratîk pêşkêş dike.

Li aliyê din, mijara rojanekirina Lihevkirina Edeneyê ku Rûsya di vê mijarê de israr dike, wek pîvaneke samîmiyeta Rûsyayê ya li ser yekparebûna xaka Sûriyeyê tê dîtin. Lihevkirina Edeneyê di esasê xwe de peymaneke li dijî Kurdan e. Piştî vê lihevkirinê zexteke girantir li Kurdan hate kirin, hêzên çete yên ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatin birêxistinkirin û destekkirin, li nava Sûriyeyê bibandortir bûn. Encamên vê jî ewilî serhildanên Hama-Humûsê bûn û piştî ku di sala 2010'an de ku hate nûkirin, Lihevkirina Edeneyê bû sedema kaosa li Sûriyeyê ku îro jî dewam dike. Di encamê de beşeke mezin a xaka Sûriyeyê di bin kontrola dewleta Tirk de ma û Sûriye bi rastî jî parçe bû. Tevî vê jî li ser Lihevkirina Edeneyê parastina yekparebûna xaka Sûriyeyê, xapandin e û nixumandina dijminahiya li hember Kurdan e.

Di encama peymana Enqere/Şamê ya sala 2010'an de şefê faşîst Erdogan qala nimêja li Şamê kir. Ev jî gavên pêşîn ên vejandina Împaratoriya Osmanî bûn û dihat wateya pêkanîna projeya ji bo şikandina îradeya gelên Ereb û Kurd, her wiha ya Şamê jî.

Niha jî bi nûkirineke nû re planeke bi heman rengî tê danîn û şêwirmendê şefê faşîst Erdogan Yasîn Aktay beşdarî bernameyeke televîzyonekê bû û got " ... heke rewşa li Helebê were sererastkirin, heke Tirkiye bi rejîma Sûriyeyê re lihevkirinekê bike, divê Helebê bidin bin kontrola Tirkiyeyê.”

Bi kurtasî li gorî nirxandina wî şêwirmendî, niyeta rasteqîn a desthilata AKP/MHP'ê ya faşîst a niha "dibe ku em li Şamê nimêjê nekin, lê em ê dest ji Helebê jî bernedin" bê dîtin. Di vê niyetê de ne yekparebûna xaka Sûriyeyê yan jî vekişîna ji herêmên dagirkirî heye ku Rûsyayê yan jî Esad xwestiye. Berovajî vê, di Mîsaqî Mîllî de israrkirin heye ku li ser esasê qirkirina Kurdan e.

Li hemberî rastiyeke bi vî rengî ya dijmin, ji bilî berxwedana li dijî dagirkeriyê li ser bingeha avakirina demokrasiyê ji bo jiyana wekhev, azad û birûmet a gelên li Sûriyeyê, tu vebijêrk nîn in.