Li Kobanê dewreyeke derçûna aktorên şanogeriyê

Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê dewreyeke perwerdê ya derçûna aktorên şanogeriyê vekir.

Li Kobanê dewreyeke derçûna aktorên şanogeriyê
18 ÇILE, 2023   14:25
KOBANÊ

25 endam tev li dewreya perwerdê bûn. Di perwerdê de dê endam waneyên teorîk û pratîkî ji hêla koma taybet bi şanoyê ya ji Qamişloyê wergirin. Wê dewre 3 mehan dewam bike.

Kom di 10 rojên destpêkê yên dewreyê kesên behremend vediqetînin û dê wan li ser xebata şanogeriyê ku di Roja Şanoyê ya Cîhanê pêşkêş bikin perwerde dikin. Dê piştre li pêş girseyê li ser dika Baqî Xido ya Çand û Hunerê wan xelat bikin.

Armanca çavdêran ji vê yekê saktroa şanoyê li Kobanê zindî be û rihên wê bi rêya tevlêbûna endamên nû di aliyê şanoyê de nû bike, bi taybet li Kobanê. Ji ber tê endam şanogeriyê kêm in.

Çavdêrê li ser dewreyê Salih Îsmaîl da zanîn ku wan ev dewre ji bo derçûna beşek ji aktorên dikarin nûnertiya Kobanê di mîhrîcanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêdibin beşdar bin. Ji ber li Kobanê her sal mîhrîcana Arîn Biskên Aştiyê li dar dikeve. Ji lew re pêdiviya vî bajarî bi gelek komên şanogeriyê heye.

Salih Îsmaîl di dawiyê de bang li nifşê ciwan ê li Kobanê kir ku tev li her dewreyeke perwerdê li Kobanê çêdibe bin, ji ber pêdiviya bajêr bi welatiyên wê heye.

(fr)

ANHA