​​​​​​​Çavuşoglu li Washingtonê ye

Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker bi hevdîtinekê bi wezîrê Karên Derve yê

​​​​​​​Çavuşoglu li Washingtonê ye
18 ÇILE, 2023   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Amerîkayê re firotina muhtemel a balafirên F-16, redkirina Enqereyê ya erêkirina endametiya Swêd û Finlandiyayê ji NATO′yê re û gefên Enqereyê yên êrişên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Anthony Blinken li Washingtonê wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Mevlud Çavuşoglu pêşwaz dike. Dê di serdanê de li ser firotina muhtemel a balafirên F-16, redkirina Enqereyê ji erêkirina endametiya Swêdê û Finlandiyayê ji NATO′yê re nîqaş bikin.

Her du wezîran demeke berê, beriya civînên NATO û civînên NY′yê bi hev re civîn. Lê du sal di ser rêveberiya Biden bûn ku bi awayekî fermî Çavuşoglu vexwîne. Li gorî şîrovekaran ev yek ji ber nakokiya têkiliyan e.

Berpirsên Amerîkî û Tirkî da zanîn ku tevgera leşker ya Rûsya li Ukraya û siyaseta dewleta Tirk li Sûriyeyê û hevkariya wê di enerjî û dozên ewlehiya herêmê de dê werin nîqaşkirin.

Her du welat têkildarî geşên dewleta Tirk a dagirker ên êrişkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê û niyeta wê ya pêkanîna têkiliyên normalîzekirinê bi hikumeta Şamê re nakok in.

Ji dema dewleta Tirk pergala parastinê ya moşekên Rûsyayê di 2019′an de wergirtin, têkiliyên di navbera hevalbendên NATO′yê de bi pêş ketin û Enqere ji bernameya balafirên F-35 hate bidûrxistin.

Niha jî deweta Tirk hêvî dike ku balafirên F-16 ji DYA′yê wergire. Lê endamên Kongresa Amerîkayê û ruxmî desteka rêveberiya Biden ji vê yekê re, dijberî vê girêbestê ne.

(fr)