​​​​​​​Mazot tune ye; xelkê Şêxmeqsûd xwe çawa germ dike?

Xelkê dorpêçkirî li Şêxmeqsûdê di malên ku ji ber êrişên çeteyan ên 2016′an hatine wêrankirin de, bermahiyên ku tên şewitandin kom dikin û xwe pê germ dikin.

​​​​​​​Mazot tune ye; xelkê Şêxmeqsûd xwe çawa germ dike?
18 ÇILE, 2023   03:34
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Hikumeta Şamê dorpêça girankirî ya daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne. Di encamê de sotemenî, derman û di vê dawiyê de jî şîrê zarokan li her du taxan qut bûne.

Şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê di saetên sibehê de şênî diçin kolana Muxaberat a di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de û ji malên ji ber êrişên komên çete kavil bûne, bermahiyên ku têne şewitandin, kom dikin da ku xwe pê germ bikin û xwarinê li ser amade bikin.

Di salên 2016ʹan de komên çeteyan ji herêma Seken Şebabî ya nêzî taxa Şêxmeqsûdê êriş birin ser kolana Muxaberat û gelek mal wêran kirin. Bi berxwedana şervanên YPG û YPJʹê êriş hat têkbirin.

 (fr)

ANHA