​​​​​​​Kadar Pîrê: Şam, Enqere û Moskovê li dijî Rêveberiya Xweser li hev kir

Serokê Rêxistina Kurdên Sînor Nenas Kadar Pîrê ji encamên nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê hişyarî da û bang li gelê Sûriyeyê kir ku biryarên navneteweyî ku li ser wan têne ferzkirin, red bikin.

​​​​​​​Kadar Pîrê: Şam, Enqere û Moskovê li dijî Rêveberiya Xweser li hev kir
18 ÇILE, 2023   00:52
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED SEMÎR

Serokê Rêxistina Kurdên Sînor Nenas Kadar Pîrê der barê nêzîkbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê ya bi navbeynkariya Rûsyayê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku tevî nakokiyên di navbera wan dewletan de jî, li ser tunekirina Rêveberiya Xweser li hev kirine.

Kadar Pîrê got: “Naveroka wan hevdîtinan diyar e. Dewleta Tirk dixwaze Kurdan û Rêveberiya Xweser tune bike. Rejîm û Rûsya jî dixwazin dest deynin ser xêr û bereketa Sûriyeyê û talan bikin.”

Pîrê diyar kir ku her du alî gihaştine lihevkirinê lê eşkere nekirin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Lihevkirina wan li ser rêbazên tunekirina Rêveberiya Xweser û QSD`ê ye, naxasim ku wan berê jî bi rêya dagirkirina Efrînê û bajarên din ên Sûriyeyê, xwestin Rêveberiya Xweser neçar bikin ku şertên Rûsyayê pêk bîne.”

Têkildarî sûda ku her sê alî ji vê nêzîkbûnê digirin, Pîrê destnîşan kir ku 2 pirsgirêk li pêşiya Tirkiyeyê hene; yek hilbijartin e û ya din rewşa nebaş a aboriya Tirkiyê ye û wiha pê de çû: “Dosyaya penaberan, di hilbijartinên Tirkiyeyê de xaleke sereke di navbera muxalefetê û rejîma desthilatdar de ye. Her du alî di daxuyaniyên xwe de propaganadaya rêbazên xilasbûna ji penaberên sûriyeyî dikin. Mijara din jî vekişîna ji Sûriyeyê ye. Ji ber wê Erdogan û muxalefet dixwazin ji bo ku berjewendiyên xwe bi rejîmê re li hev werin.”

ʹRÛSYA LI SERKEFTINEKE XEYALÎ DIGEREʹ

Têkildarî hewldanên Rûsyayê jî Pîrê got: “Rûsya ketiye arîşeya şerê Ukraynayê, ji ber wê dixwaze Tirkiyeyê razî bike da ku destkeftiyan li Ukraynayê bi dest bixe. Dosyaya Sûriyeyê jî heye. Li hemberî Amerîkayê, Rûsya li serkeftineke xeyalî digere. Rûsya baş dizane ku lihevkirin ji bo tunekirina Rêveberiya Xweswer û QSD`ê ye.”

Pîrê diyar kir ku Rûsya welê difikire ku tunekirina QSD`ê tê wateya tunekirina hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê û dê wisa li hember Amerîkayê bi ser bikeve.

ʹCIVÎNA BI ALIYÊN DERVE RE SERKEFTINEKE SIYASÎ YEʹ

Têkildarî berjewendiya hikumeta Şamê ji vê nêzîkbûnê, Kadar Pîrê got: “Rejîm binkeftî, bêçare, dorpêçkirî ye û ceza lê hatine birîn. Rejîm hewl dide bi hemû rêbazan destkeftiyekê bi dest bixe. Nexasim aloziya aborî ku tê re derbas dibe û gelê Sûriyeyê ji ber wê azaran dikişîne. Hikumeta Şamê wisa difikire ku her civînek bi aliyên derve re wekî serkeftineke siyasî dibîne, nexasim piştî propanganda kir ku ew li hember opozîsyona leşkerî bi ser ket. Opozîsyon, li şûna wê tev li dan û standinan dibe, biryara xwe kir destê Tirkiyeyê. Daxuyaniyên serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku lihevhatina bi rejîmê re erê kir, li ser vê mijarê îsbat e.”

Pîrê da zanîn ku alîgirên hikumeta Şamê nêzîkbûnê bi dewleta Tirk a dagirker re wekî xiyanet li xwîna kesên bi destê dagirkeriyê û çeteyên wê hatine kuştin dinirxînin. Her wiha got çeteyan jî baş fêm kir ku dewleta Tirk wan bi kar tîne da ku berjewendiyên xwe li Sûriyeyê pêk bîne.

Pîrê bang li sûriyeyiyan kir ku vîna xwe ferz bikin û wiha domand: “Sûriyeyî dikarin vîna xwe ferz bikin, mîna li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye û biryarên siyasî yên li dijî daxwazên wan û biryarên navneteweyî yên ku li ser wan tên ferzkirin, red bikin.”

Têkildarî helwesta Rêveberiya Xweser jî Pîrê bi bîr xist ku Rêveberiya Xweswer xwe spart hêza xwe û li hember hemû planên li dijî Sûriyeyê li ber xwe da.

Serokê Rêxistina Kurdên Sînor Nenas Kadar Pîrê destnîşan kir ku daxuyaniyên Rêveberiya Xweser di rê û wextê rast de hatin û her hewldaneke Rûsyayê û dewleta Tirk a dagirker ku hikumeta Şamê dîsa rewa bikin, dê li dijî biryarên navneteweyî, bi taybet a 2254ʹan be.

(şx)

ANHA