Kişandina rêzefîlma Evîna Kurd bi dawî dibe

Komîna Fîlman a Rojava kişandina rêzefîlma ‘Evîna Kurd’ bi dawî dike. Ev rêzefîlm piştî rêzefîlma ‘Tava Sor’ a duyemîn e.

Kişandina rêzefîlma Evîna Kurd bi dawî dibe
17 ÇILE, 2023   06:18
HESEKÊ

Rêzefîlma Evîna Kurd ji 15 xelekan pêk tê. Derhênerên rêzefîlmê Noman Gît û Haşim Aydemir in. Rêzefîlm balê dikişîne ser salên 2017 û 2018’an.

Nivîskarê senaryoya rêzefîlmê Akîn Ronî xwest vê peyamê bigihîne temaşevanan: “Şoreşa 19'ê Tîrmehê ne tenê ya guhertinên leşkerî ye, her wiha ya guhertinên fikrî, civakî, siyasî û pêşxistina rola jinan e jî. Nexasim ku çapemenî her tim hewl dide vê şoreşê tenê wek şoreşeke leşkerî nîşan bide. Lê di rastiyê de armancên şoreşê guhertina bingehîn a civakê, pêşxistina azadiya jinan, parastina jîngehê û pêşxistina jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de ye.”

Di rêzefîlmê de nêzî 20 karekterên sereke hene û çîroka wê jî li ser malbatekê ye koka wê vedigere serdema Şêx Seîd (1925'an).

Endama Komîna Fîlman a Rojava Çiya Hicran Çîçek têkildarî rêzefîlmê wiha axivî: "Em êdî dikin kêşana rêzefîlma xwe bi dawî bikin. Bi rêya vê xebatê em dixwazin balê bikişînin ser gelek mijarên civakî yên piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê rû dane, saziyên ku hatine avakirin û şoreş li dar xistine çi ne? Şoreş ne tenê rizgarkirina axê ji aliyê leşkerî ve ye, lê belê di aliyê îdeolojî û çandî de ye. Me xwest balê bikişînin ser van mijaran ji ber ku şoreşa Rojava di aliyê leşkerî de li cîhanê deng vedaye.”

Çiya Hicran Çîçek wiha domand: "Her wiha em balê dikişînin ser şerê taybet û bandorên wî şerî ku dijmin li dijî gel dimeşîne."

Hicran Çîçek destnîşan kir ku evîna Kurd ne tenê ya di navbera keçek û xortekî de ye, her wiha ew evîna welêt û xakê ye jî, ev jî rastiya Kurdan û girêdana wan a bi welêt e, ji ber wê jî heke Kurd azad nebin nikarin evînê jî pêk bînin.

Têkildarî rola jinan di çêkirina rêzefîlmê de, Hicran Çîçek got: "Di şoreşa Rojava de jinan roleke sereke lîst, me jî pêşengtya wê ya ji şoreşê re, girêdana wê bi welêt ve û evîna wê bi azadiyê re di karê xwe de anî ziman."

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmê de, xebatên çêkirina rêzefîlmê hinekî rawestiyan ku dîmenên wê li gelek deverên cuda yên Rojava hatine kêşan, wek bajarên Dêrik, Qamişlo, Hesekê û navçeya Şedadê.

Endamê Komîna Fîlman a Rojava Mesûd Kirad ku wî jî di kêşana rêzefîlmê de cih girtiye, wiha axivî: "Em neçar man ku her demekê cihê kêşanê bighuherin, em ji Dêrikê çûn Qamişlo piştre me berê xwe da Hesekê û ev jî gelek dem û ked ji me xwest, lê tevî wê jî me xebata xwe ranewestand."

Dema weşandina rêzefîlmê hê nehatiye diyarkirin. Tê zanîn ku ev rêzefîlm, piştî rêzefîlma Tava Sor, Evîna Kurd duyemîn rêzefîlm e ku li Rojava tê kêşandin.

(mh/şx)

ANHA