Hikumeta Şamê û xwediyên kargehên dermanan buhayên dermanan zêde dikin

Piştî bilindkirina buhayên benzîn û mazotê, hikumet û kargehên dermanan ên li herêmên di bin kontrola hikumetê de amadekariya bilindkirina buhayên dermanan dikin.

Hikumeta Şamê û xwediyên kargehên dermanan buhayên dermanan zêde dikin
16 ÇILE, 2023   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Aloziyên li herêmên hikumeta Şamê her ku diçe zêdetir dibin. Piştî krîzên sotemenî, veguhestin û bilindkirina buhayên xurekan, aloziya zêdekirina buhayê dermanan rewş dijwartir kir. Piraniya cureyên dermanan ên nexweşiyên giran nemane. Di encamê de tevgera kirîn û firotina dermanan gelekî kêm bûye.

Rêveberê Sendîkaya Dermanfiroşan Wefa Kîşî di daxuyaniyeke berê de gotibû: "Ji ber rawestandina kargehan, xisarê ku kargehên derman li welat dibînin ji sedî 200 e."

Çavdêran da zanîn ku gotina Wefa Kîşî hincetek e da ku piştre buhayên dermanan bilind bikin.

Xwediyê kargeheke dermanan ji malperekê re got: "Ji ber bilindbûna lêçûna hilberandinê û astengiyên anînê, ji sedî 70 kargeh sekinîne. Bilindkirina buhayên dermanan bi rêjeya ji sedî 100 têrê nake ku kargeh kar bikin. Pêdiviya hin cureyan bi bilindkirina buhayan bi rêjeya ji sedî 150 heye da ku buhayê lêçûnê guncaw be."

Xwediyê kargehê her wiha got: “Piranî kargehên dermanan neçar dimînin ku dan û standinê bi kesên dermanan hinarde dikirin re bikin da ku madeya aktîf bikirin. Hin caran jî hinardeyî welatên cîran dikin ku ew jî vediguhêzên Sûriyeyê. Bi wê re lêçûna wergirtinê zêde dibe, lê buhayê wê nayê kotrolkirin.”

Ev yek azar û barên nexweşên wekî tensiyon, dil û şekir girantir dike û gelek azaran dikişinin.

 (fr)