​​​​​​​51 şehîd hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeya Dirbêsiyê 51 şehîdên mehên Mijdar, Kanûn û Çileyê yên di salên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.

​​​​​​​51 şehîd hatin bibîranîn
16 ÇILE, 2023   12:41
 HESEKÊ

Merasîma bîranîna 51 şehîdên Şoreşa Rojava û Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê, yên ku di mehên Mijdar, Kanûn û Çileyê li cih û di salên cuda de şehîd bûne, li Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê hat lidarxistin. Bi dehan malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl beşdarî merasîmê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Edle Misto axivî. Edle behsa rola şehîdan di têkbirina dagirkeran û serwerkirina ewlehiyê li herêmê de kir û got, “Ne ji fedakariyên şehîdan bûya, me nekarîbû li herêmên xwe jiyan kiriba.”

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî Beşîr Dirbêsiyê jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê û bikaranîna ajanan û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya ajanan dixwaze îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe.

Beşîr Dirbêsiyê hişayarî da şêniyan ku bi pey planên dewleta dagirker û siyasetên şerê taybet nekevin.

Merasîma bîranînê bi sînevîzyona li ser jiyana her 51 şehîdan, bi dawî bû.

(cx)

ANHA