Dagirker wêrankirina xwezaya Efrînê didomînin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 50 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Mistefa Yasîn û birayên wî yên ji gundê Berava ya navçeya Şera ya Efrînê, birîn.

Dagirker wêrankirina xwezaya Efrînê didomînin
16 ÇILE, 2023   12:19
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji çavkaniyan hatine wergirtin, çeteyên “Ceyş El Nuxbe” yên bi serkêşiya çete “Xityar” yên li gundê Derwêş bi cih dibin, 50 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Mistefa Yasîn û birayên wî yên ji gundê Berava, birîn.

Li gorî heman çavkaniyan, erdê ku dar lê hatine birîn di navbera gundên Derwêş û Berava yên navçeya Şera de ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye çeteyên”Lîwa Şemal” û biyaniyên li Kampa Avrazê hatine bicihkirin, birîna daran li çiyayê Hawar ê li navçeya Mabeta didomînin.

(cx)

ANHA