ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-1-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-1-2022`YAN
15 ÇILE, 2023   23:00

Şêniyên bajarokê El Cezra yê rojavayê Dêrazorê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanekê li dar dixin saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li navçeya Qanayê xwepêşandanekê li dar dixin saet di 11:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên şehîd û gerîlayên HPG`ê yên ji Qamişlo êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên dijî çiyayên Kurdistanê û helwesta PDK`ê şermezar kirin û wekî neheqiya li gelê Kurd bi nav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka Meclisa Civaka Ermenî ya Kantona Hesekê Losîn Erdemiyan tecrîdî wekî  înkarkirina hebûna gelên Kurdistanê nirxand û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan banga geşkirina têkoşînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên li kampa Serdem a kantona Şehbayê da zanîn ku ew ê li hember dorpêça giran li ber xwe bidin ku hikumeta Şamê ji 5 salan ve li ser kantona ferz dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

Li zanîgehên girêdayê hikumeta Şamê gendelî belav e. Xwendekar ji bo ku bi ser bikevin, bertîlan didin berpirsên zanîngehan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Etyopyayê ji destpêka pêkanîna “lihevkirina aştiyê” ve di navbera hikumeta navendî û Eniya Tigray hatiye îmezekirin û ragihandina eniyê ku çekên xwe radest bike, pêşketinên nû çêdibin. Li gorî çavdêran, ev destpêke baş e lê ne wateya dawiya şer nexasim sedemên ku ji ber wê alozî dest pêkiriye di navbera pêkhateyên dewleta Etyopyayê de de berdewam in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

Li kantona Efrînê ya dagirkirî zêdetirî 50 baregeh û navendên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hene. Li wan navend û baregehên ku hinek ji wan li ser kavilên malên koçberan hatine avakirin, teknîkên pêşketî û çek hatine bicihkirin û ji wan cihan êrişî Şehba, Şera û Şêrawayê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA