Di 2023′yan de projeyên Desteya Tenduristiyê

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2023′yan de dest bi avakirina pergala tenduristiyê ya herêmê, jinûve sererastkirina beşa tenduristiyê ya hilweşayî, piştî 11 salan ji krîz kir. Ew yek dê bi rêya pêkanîna gelek projeyên tenduristiyê yên mezin li herêmê pêk werin.

Di 2023′yan de projeyên Desteya Tenduristiyê
15 ÇILE, 2023   06:08
QAMIŞLO- SOLÎN EHMÊ

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya salane de ku di 9` Çileyê li dar xist, plansaziyên xwe yên herî girîng ên 2023`yan ragihandin. Dê deste pergala tenduristiyê ya herêmê ava bike, jin û ve binesaziya hilweşyayî ya beşa tenduristiyê sererast bike û li herêmê bi pêş bixe.

VEKIRINA BANKEYÊN XWÎNÊ Û KLÎNÎKÊN BERFIREH

Tê payîn li Qamişlo, Dêrik, hin herêmên Dêrazorê, Reqa û Kobanê yekîneyên xwînê werin vekirin.

Li gorî ku Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa ji ajansa me re axivî û got dê navenda klînîkên giştî li Kobanê di demeke nêzî were vekirin.

AVAKIRINA NEXWEŞXANEYÊN NÛ

Desteya Tenduristiyê di civîna xwe ya salane de biryar da ku nexweşxaneyeke taybet bi nexweşiyên guh, poz, qirik û çavan li Qamişloyê were vekirin. Li ser vê yekê Mistefa wiha got: "Pêdiviya Nexweşxaneya Dil û Çavan ku xizmetên mezin pêşkêşî welatiyan kir û dike, bi firehkirinê heye. Dê beşa çavan ji nexweşxaneyê were cudakirin û tenê nexweşxane bibe ya nexweşiyên dil û nexweşxaneyeke nû ji bo nexweşiyên çavan were vekirin û tê de beşên poz û qirikê jî hebin."

Li gorî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan mistefa dê di demeke nêz de dest bi avakirina nexweşxaneya çavan bikin.

Girêdayî mijarê, li Qamişloyê dê nexweşxaneya nexweşiyên jinan û zarokan were vekirin. Ew proje ji bo tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û dê budceya wê ji budceyên fînansê yên tevahî saziyên Rêveberiya Xweser were qutkirin, da ku valahiyên li Qamişloyê werin dagirtin.

Dê ji nû ve pergala tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin.

Mistefa di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ev proje di çarçoveya jinûve sererastkirin û avakirina saktora tenduristiyê de pêk tên.

ANHA