​​​​​​​ʹEm ê li hemberî komployên li ser herêmên me bisekininʹ

Hevserokê Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê Mihemed El Hîlal her bazarek li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê red kir û diyar kir ku şêniyên Dêrazorê wê li hemberî her planeke li ser herêmê bisekinin.

​​​​​​​ʹEm ê li hemberî komployên li ser herêmên me bisekininʹ
15 ÇILE, 2023   00:42
DÊRAZOR- ELÎ EL EREB

Hevserokê Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê Mihemed El Hîlal nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker bi komployekê bi nav kir û got: "Asta komploya ku Tirkiye, Rûsya û hikumeta Şamê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saz dikin, ji her kesî re eşkere ye."

/kr/uploads/files/2023/01/14/211302_-.webp

El Hîlal anî ziman ku her kes dizane ku projeya Rêveberiya Xweser projeyek li djiî lîberalîzmê û dewletên mêtînger e, ji ber vê yekê hewl didin bi rêya hedefkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê projeyê têk bibin.

Mihemed El Hîlal destnîşan kir ku ev nêzîkbûn nakeve xizmeta gelê Sûriyeyê û wiha domand, "Armanc ji vê nêzîkbûnê têkbirina yekitiya me ye. Lê em serî natewînin û destûr nadin tu aliyî ku projeya me têk bibin."

Mihemed El Hîlal di dawiyê de got: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêveberî û gel asta vê komployê û gefên Tirkiyeyê dizanin. Ev komplo ne ya yekemîn e. Gelê me û hêzên me yên leheng ha ji vê komployê hene. Em ê bi hêzên xwe yên leheng re li xendeqan li ber xwe bidin û li hemberî her gefên li ser herêmên me bisekinin."

ANHA