Parlamentoya Almanyayê pêncşema bê naskirina "komkujiya êzidiyan" lêkolîn dike

Parlamentoya Almanyayê pêncşema bê li hev kom dibe ku da "komkujiya êzidiyan" ku çeteyên DAIŞ′ê di 2014′an pêk aniye, nas bike.

Parlamentoya Almanyayê pêncşema bê naskirina "komkujiya êzidiyan" lêkolîn dike
14 ÇILE, 2023   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevkarên hikumetê ji Partiya Sosyalîst a Demokrat (SPD), Partiya Kesk a Demokratîk û Azad a Demokratîk, partiyên muxalefetê yêndi yekitiya xiristiyan (CDU/CSU) de pêşniyareke giştî der barê vê doza naskirina bi "komkujiya êzidiyan" de kir û dê parlamento pêncşema bê mijar nîqaş bike. Her wiha li gorî agahiyên Partiya Çep û Partiya Altarnatîf a Rastgir a Tundraw (AFD) dube ku destekê bidin vê pêşniyarê.

Di destpêka pêşniyarê de ev tişt hate gotin: "Em sere xwe li hember qurbaniyên qirkirina komî ditewînin. Em dixwazin raya giştî ya Almanyayê têkildaîr rewşa êzidiyan û qirkirina komî ku çeteyên DAIŞ′ê pêk aniye eşkere bikin."

Cîgirê Partiya Sosyalîst a Demokrat Derya Turk Nashpur li ser mijarê got: "Bi rêya naskirina qirkirina komî, em hewl didin dengê êzidiyan ê zindî bin û em dixwazin ji bo edaletê destekê bidin têkoşîna wan a dîrokî."

(fr)