Soran Omer: Belgeyên bikaranîna çekên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin

Parlementerê Iraqê Soran Omer hinek belgeyên li ser bikaranîna çekên kîmyawî yên ku dewleta Tirk li nava xaka Başûrê Kurdistanê de eşkere kirin.

Soran Omer: Belgeyên bikaranîna çekên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin
14 ÇILE, 2023   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlementerê Iraqê Soran Omer hejmarek belge li ser bikaranîna çekên kîmyawî yên ku dewleta Tirk a dagirker li nav xaka Başûrê Kurdistanê de bi kar aniye belav kirin.

Soran Omer di belgeyên ku parvekiriye de îşaret bi serdana du pisporên çekên kîmyawî ku serdana Herêma Kurdistanê kiribûn dike û dibêje, du pisporên çekên kîmyawî ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyawî serdana Herêma Kurdistanê kirin, lê PDK’ê rê neda ew lêkolînê bikin.

Parlementer Soran Omer di belgeyan de îşaret bi çawaniya karanîna çekên kîmyawî ya li dijî gerîla dike û dibêje, beriya du mehan wî bi nivîsek fermî daxwaz ji serokwezîrê Iraqê kir ku ji bo lêkolînkirinê komîsyonek were avakirin.

Her wiha Soran Omer radigihîne piştî ku rapora du pisporên Elman û Siwîsrî ya di derbarê bikaranîna çekên kîmyawî de pêşkêş kiriye, serokwezîrê Iraqê daxwaz ji wezareta karên derve kiriye ku derbarê mijarê de dest bi lêkolînê bikin.