Hikumeta Şamê: Bêyî bidawîkirian dagirkeriyê têkiliyên bi dewleta Tirk re pêk nayên

Beşar Esed û wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê da zanîn ku heta dewleta Tirk ji xaka Sûriyê venekişe, tu têkiliyan pê re pêk naynin.

Hikumeta Şamê: Bêyî bidawîkirian dagirkeriyê têkiliyên bi dewleta Tirk re pêk nayên
14 ÇILE, 2023   18:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, serokê Sûriyê Beşar Esed bi rêya hevdîtinekê bi wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan re diyar kir ku ger dewleta Tirk bixwaze diyalog dewam bikin, divê dagirkerî bi dawî be û desteka xwe ji rêxistinên terorîst re rawestîne.

Girêdayî mijarê, wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad got ji bo nêzîkbûn pêk bê, divê delweta Tirk hebûna xwe ya leşkerî li ser Sûriyê bi dawî bike.

Miqdad piştî hevdîtina xwe bi hempîşeyê xwe yê Îranê li Şamê re diyar kir ku bêyî bidawîkirian dagirkeriyê ne pêkan e ji nû ve têkiliyên xwezayî bi dewleta Tirk re vegerin.