​​​​​​​Dagirkeran li gundewarên Serêkaniyê 14 welatî revandin

Çavkaniyan ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî 14 welatî revandin û birin cihekî nediyar.

​​​​​​​Dagirkeran li gundewarên Serêkaniyê 14 welatî revandin
14 ÇILE, 2023   09:48
 HESEKÊ

Çavkaniyên taybet ji ajansa me re ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 14 welatiyên ji gundên Ehres û Amiriyê yên li başûrê rojhilatê Serêkaniyê yê dagirkirî û rojavayê navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê, revandine.

Heman çavkaniyan da zanîn ku bûyerên revandinê beriya 5 rojan û li gorî tawanbariyên bêbingeh, pêk hatine.

Hat ragihandin ku 14 kesên hatine revandin, birine cihekî nediyar û çarenûsa wan nayê zanîn.

Ji destpêka dagirkirina Serêkaniyê di Cotmeha 2019`an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên herêmê gelek sûc û binpêkirin kirine.

(cx)

ANHA