QSD: Îdiayên têkilarî şehadeta 11 şervanên me ne rast in

Hêzên Sûriya Demokratîk daxuyand ku îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî şehadeta 11 şervanên wan ne rast in.

QSD: Îdiayên têkilarî şehadeta 11 şervanên me ne rast in
14 ÇILE, 2023   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

 Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker îro (14`ê Çileyê) daxuyaniyek belav kir, tê de îdia kir ku 11 şervanên me îro şehîd bûne. Ev îdia ji rastiyê dûr in.”

(cx)