​​​​​​​Asayîşa PDKʹê 2 kadroyên YNKʹê revandin

Li gorî nûçeya PÛKMEDIA, 2 rêveberên Komîteya Dînarata ya YNKʹê ji aliyê asayîşa PDKʹê ve hatin revandin.

​​​​​​​Asayîşa PDKʹê 2 kadroyên YNKʹê revandin
13 ÇILE, 2023   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor malpera PÛKMedia, 2 rêveberên Komîteya Dînarta ya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji aliyê asayîşa Partiya Demokrat a  Kurdistanê (PDK) ve hatin revandin û destûr nayê dayîn parêzerên wan serdana wan bikin.

Hate diyarkirin ku rewşa tendirustiyê ya yek ji wan kesên revandî nebaş e.

Berpirsê Malbenda Duhokê ya YNKʹê Mihamedemîn Şêrwanî ji PUKMEDIA re ragihand: “Asayîşa PDKʹê 2 rêveberên Komîteya Dinarta ya navenda YNKʹê ya Duhokê revandine û du hefte ne jî winda kirine.”
Şêrwanî got: “Em tenê dizanin ku kadroyên YNKê li gel asayîşa PDKê li Duhokê ne, çendîn caran parêzerên me hewl dane serdana wan bikin, lê asayişa Dihokê rê nedaye wan.
Ev ne cara yekeme ku asayîşa PDKʹê her du kadroyên YNKʹê bêyî biryara dadwerî li derveyê malên wan direvîne. Bi hincetên curbecur kadroyên me direvînin û îşkenceyê dikin, tenê ji ber ku girêdayîbûna wan a siyasî bi wan re nîne.”