​​​​​​​ʹBarzanî û Erdogan li dijî xelkê Şengalê zextê li Bexdayê dikinʹ

Endamekî ji Şandeya Bilind a Şengalê agahiyeke girîng der barê serdana Mesrûr Barzanî ya ji bo Bexdayê û telefona Erdogan ya ji bo Sûdanî de eşkere kir û got: “Me weke şandeya Şengalê xwest peymana dijî Şengalê ya di navbera Barzanî û Kazimî de hilweşe, lê Erdogan û Barzanî li dijî vê ya ketin tevgerê û xwestin zext bixin li ser hikumeta Sûdanî ji bo peymanê pêk bîne.”

​​​​​​​ʹBarzanî û Erdogan li dijî xelkê Şengalê zextê li Bexdayê dikinʹ
13 ÇILE, 2023   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

8’ê mehê şandeyeke payebilind a ji hemû pêkhateyên Şengalê pêk tên serdana paytexta Iraqê Bexdayê kiribûn, bi serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî û gelek lîderên hêzên siyasî yên Iraqê re jî hevdîtin kiribû. Di hevdîtinan de daxwaza hilweşandina peymana dijî Şengalê ya di navbera PDK’ê û hikûmeta Mistefa Kazimî de ku li ser daxwaza dewleta Tirk hatibû îmzekirin, vegerandina koçberên Şengalê hatibû kirin. Her wiha daxwaza meşandina xebatê ji bo avakirina Şengalê û naskirina îradeya xelkê wê hatibû kirin.

 Balkêşe piştî şandeya serdana Şengalê Serokkomarê Tirk Erdogan yekser bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axaftineke telefonî kir. Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Sûdanî jî, mijarên ewlekariyê û daxwaza dewleta Tirk a qedexekirina PKK’ê li Iraqê hatin nîqaşkirin.

Li gorî agahiyên ku endamekî şandeya Şengalê dane Rojnews,  sedema bilez a axaftina Erdogan a Sûdanî  re, daxwazên şandeya Şengalê bû û got: “Me weke şandeya Şengalê hevdîtin girîng di asta herî jor de pêk anî. Nûnerên hemû pêkhateyên Şengalê di şandeyê de hebûn. Ez jî yek ji wan nûneran bûm di hevdîtinê de. Me bi awayeke eşkere ji hikûmeta Sûdanî xwest peymana 9’ê Cotmehê ku di dema hikûmeta Kazimî de bi PDK’ê re hatiye îmzekirin û ne di berjewendiyên gelên Şengalê de ye hilweşîne. Me daxwaza gelên Şengalê gihand wan û got, Şengal vê peymanê qebûl nake, nabe bi zorê li ser ferz bikin. Me daxwaza vegera koçberan, avakirinê herêmê û naskirina îradeya gelên heremê pêşkêş kirin."

Ev çavkanî diyar kir piştî serdanê Erdogan yekser li Sûdanî geriyaye û jê xwestiye guh nede daxwazên şandeyê û divê mîsoger peyman bicîh bîne, yan wê di rewşeke berovajî de piştgirî nede hikûmeta wî.

Heman çavkaniyê ragihand piştî serdana şandeya wan û axaftina Erdogan ya bi telefonê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi navê çareserkirina pirsgirêkên aborî û çend mijarên din serdana Bexdayê kiriye û bi Sûdanî re rûniştiye. Çavkanî dazanîn yek ji mijara esasî ya hevdîtina Mesrûr Barzanî û Sûdanî jî gihandina peyama dewleta Tirk a derbarê Şengalê de, bicîhanîna peymana 9’ê Cotmehê ya dijî Şengalê û mijarên emnî bûne. Çavkaniyê diyar kir armanca sereke ya serdana Mesrûr Barzanî jî ev mijar û emnî bûye, mijarên din ji bo veşartina armanca sereke ya hevdîtinê bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye Mesrûr Barzanî jî li xwe mikûr hatibû ku wan mijara Şengalê di hevdîtina li gel Sûdanî de destgirtiye û jê xwestiye peymana wan ya di dema hikûmeta Kazimî de bicîh bikin bûye.