​​​​​​​Leşkerên Tirk li Biradostê 2 zarok birîndar kirin-HATE NÛKIRIN

Hate ragihandin ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker li herêma Biradostê gule berdan du zarokên li ber sewalan bûn û wan birîndar kirin.

​​​​​​​Leşkerên Tirk li Biradostê 2 zarok birîndar kirin-HATE NÛKIRIN
13 ÇILE, 2023   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews, danê nîvro li gundekî Xelîfanê ya ser bi bajarokê Sîdekanê ve ya girêdayê Hewlêrê, du zarok di encama êrişa raste rast ya leşkerên dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûne.

Hate diyarkirin ku her du zarok li ber sewalên xwe bûn, lê leşkeran gule bi ser wan reşandine û her du birîndarkirine. Her wiha hate gotin ku piştî xelkê gund bi buyerê hesiya xwe gihandine zarokan û wana rakirine nexweşxaneya Sîdekankê.