​​​​​​​Rojnameyên erebî: Şertê El Esed ji bo bi Erdogan re bicive; bidawîkirina dagirkirinê

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de, aloziya Lîbyayê û aloziya xwarinê nivisîn.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Şertê El Esed ji bo bi Erdogan re bicive; bidawîkirina dagirkirinê
13 ÇILE, 2023   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

‘EL ESED BIDAWÎKIRINA DAGIRKIRINÊ KIR ŞERTÊ PÊKANÎNA HEVDÎTINA BI ERDOGAN RE’

Rojnameya El Ereb têkildarî nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de wiha nivisî: “Serokê Sûriyê Beşar El Esed ji bo pêkanîna hevdîtinê bi serokê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re şert danîn û di nava wan de bidawîkirina dagirkirina axa Sûriyê heye. Çavdêran diyar kir ku ev gav xuya dike ku serokê sûrî di nêzîkbûnê de ne bi mereq e. Her wiha ev helwesta wî, dema got ew tercîh dike dan û standin bi Enqereyê re bi navbeynkariya Rûsyayê dewam bikin, xuya bû.

Li gorî daxuyaniya serokatiya Sûriyê, heta “nêzîkbûn encamdar” be divê bingeha hevdîtinên sûrî-tirkî bi navbeynkariya Rûsyayê bidawîkirina “dagirkirinê” be yanî hebûna leşkerî ya Tirkiyê.

Ji bo Şamê pirsgirêka li pêşiya pêkhatina hevdîtinê di navbera El Esed û Erdogan de derdikeve, nakokiya daxuyaniyên serokê Tirk û kiryarên wî ne. Bi rêya ajanên xwe axa Sûriyê kontrol dike. Pêkanîna operasyonan li Sûriyê didomîne. Di heman demê de xwe xuya dike ku dixwaze dan û standin pêk were.

Naskirina Enqereyê, yekitiya axa Sûriyê û daxuyaniyên Erdogan ku timayên welatê wî di Sûriyê de tune ne, hevkêşeyên li ser erdê naguherin. Ji ber ku heman tiştî der barê Iraqê de dibêje lê rojane serdestiya wê binpê dike. Hewl nade ku hêzên xwe ji baregehên li Iraqê ava kirine, vekişîne. Ev jî ji bo Sûriyê derbasdar e. Madem wê nekarî heta niha herêmeke ewle li ser sînorên Sûriyê ava bike, wê demê ew ji Sûriyê venakişe.”

‘NÎŞANEYÊN LIHEVKIRINA LÎBYAYIYAN JI BO BIDAWÎKIRINA PARÇEBÛNÊ’

Der barê kar û barên Lîbyayê de rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Li Lîbyayê gelek nîşane xuya bûn ku piştî 12 salan dê lihevkirineke siyasî çêbe.

Di çend rojên dawîn de di çarçoveya însiyatîfên ji bo lihevanîna aliyên nakok û destpêkirina diyalogeke nîştimanî ya cidî li welêt ku bi lidarxistina hilbijartinan encamdar dibe, gelek civînên dualî di navbera serokên meclisên dewletê û parlamento Xalid El Mirşî û Eqîle Salih de û di navbera serokên meclisa serokatiyê Mihemed El Menfî û fermandarê artêşa giştî ya Lîbyayê Xelîfe Hafter de, di navbera nûnerên fermandariya artêşê û komên çekdar ên herêma rojava de li dar ketin. 

Li gorî çavkaniyên lîbyayî, dibe ku di dema bê de civîneke çaralî di navbera serokên meclisên dewletê, parlamento, serokê meclisa serokatiyê û fermandarê artêşê de li dar bikeve da ku li ser lidarxistina civînan û vegerandina baweriyê di navbera aliyên nakok de li hev bikin.”

‘BANGEWAZIYA NY`YÊ JI BO XILASKIRINA 30 MILYON ZAROKAN’

Girêdayê aloziya xwarinê rojnameya El Itîhad a Îmaratê wiha nivisî: “NY`yê bangewaziyek bi navnîşan “Berî ku pir dereng be” ji bo komkirina pereyan ragihand. NY bi vê bangewaziyê armanc dike 30 milyon zarok ji kêmxwariniya giran li welatên ku ji aloziyê xwarinê zirar dîtine, xilas bike.

Li gorî ajansên NY`yê, bihabûna zêde ya madeyên xwarinê, nakokî, guhertina avhewayê û pandemiya Koronayê, li pêşiya gihandina van madeyan bi nirxên guncaw dibin astengî.

Gerînendeyê FAO’yê Qu Dongyu hişyarî da ku di 2023`yan de rewş aloztir bibe.

Ajansên NY`yê hewl didin rê li pêşiya kêmxwariniya nebaş a zarokan bigire û bi rêya meşandina xebatan ji bo xwarin, tenduristiyê, av, paqijiyê û pergala parastina civakî, wan derman bike. Qu Dongyu destnîşan kir ku xwarina baş heye û her kes dikare bi nirxên guncaw peyda bike.

Li gorî plansaziya kar, ev ajans xebatên xwe ji zarokên beriya 5 saliyê, jinên ducanî û dayikan re pêşkêş dike.”

(şx)