​​​​​​​Jinan li hember hedefgirtina jinên pêşeng soza parastina mîrasa şehîdan da

Jinên pêkhateyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiyên yekemîn û duyemîn a Parîsê şermezar kirin û diyar kirin ku bêdengiya Fransa derfetê dide ku komkujiyên din li dijî pêşengên şoreşa jinan pêk were. Jinan soza parastina mîrasa şehîdan da.

​​​​​​​Jinan li hember hedefgirtina jinên pêşeng soza parastina mîrasa şehîdan da
13 ÇILE, 2023   03:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hember komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşan da û bang li desthilata Fransayê kir ku hesab ji sûcdaran bipirse.

Welatiya bi navê Bedîa El Erebû a ji navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê got: “Çima hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan bêdeng in?”
Bedîa destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hesabê ji vîna jinan re dike ku şerê fikrê wê yê desthilatdar dikin. Bedîe soza şopandina rêya şehîdan da.

Welatiya bi navê Cemîle El Ehmed a ji navçeya Holê ya kantona Hesekê jî got: "Ez sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinên têkoşer ên ji bo azadiya xwe û azadiya gelê xwe tê dikoşin şermezar dikim û bang li desthilata Fransayê dikim ku hesab ji sûcdaran bixwaze.”

Cemîla diyar kir ku ew ji bêdengiya desthilata Fransayê li hemberî van komkujiyan ecêb dimîne û wiha anî ziman: "Çima Fransa di vî warî de gavan navêje û li hemberî tiştên ku bi serê jinan tê kirin bêdeng dimîne?"

BÊDENGÎ Û BÊBERPIRSIYARÎ SEDEMA KOMKUJIA DUYEMÎN E

Cemîle bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî û desthilata Fransayê li hember komkujiya yekemîn a Parîsê ku li dijî şehîdan Sakîne, Leyla û Fîdan pêk hatiye û diyar kir ku ew bêdengî sedema pêkanîna komkujiya duyemîn e.

Welatiya ji bajarê Hesekê Cîhan Xalid bang li jinan kir ku li hember dijminan bisekinin û çalakiyên ji bo azadiya xwe û azadiya gelê xwe berdewam bikin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Eger em li dijî dagirkerî û mêtingeriya ku polîtîkayên cuda hewl didin vîna me bişkînin şer nekin, em nikarin mafên xwe biparêzin.”

Welatiya ji Minbicê Sena Receb got: “Li Parîsê dîrok xwe dubare kir. Çawa jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9`ê Çileya 2013`an de li Parîsê hatin hedefkirin, li heman bajarî dîsa 3 çalakgerên kurd hatin hedefkirin.”

Sena da zanîn ku hîna kujer bê darizandin û serbest digerin û got: “Ji ber ku ji sûcdarên komkujiya yekemîn hesab nehat pirsîn, komkujiya duyemîn li Parîsê pêk hat."

Jina ciwan Şîrîn El-Ehmed jî diyar kir ku armanca van her du komkujiyan ew e ku di şexsê jina azad de kurdan tune bikin û destnîşan kir ku heta kujer û yên li paş komkujiyê eşkere bibin dê têkoşînê mezin bikin.

Welatiya bi navê Neqşiya Xelîl nerazîbûna xwe li hember komkujiya yekemîn û duyemîn anî ziman û got: "Armanca wan qirkirina vîna jina azad e."

Neqşiyê her wiha got: "Li ber çavê cîhanê ev komkujî pêk hat, lê bi lez hat veşartin. Heta vê kêliyê nasnameya yên komkujî pêk anîne, eşkere nebûn.”

'DIVÊ YÊN HER DU KOMKUJÎ PÊK ANÎNE BÊN DARIZANDIN'

Endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya herêma Ebû Xeşeb a Dêrazorê Zehra El Taye bêdengiya navneteweyî ya li hemberî komkujiyên dewleta Tirk ên li ser jinan şermezar kirin û got: "Em kuştina her jinekê di bin her navî de red dikin."

Rêvebera Meclisa Edaleta Civakî ya Dêrazorê Ebîr El-Salêh bang li hêzên navneteweyî kir ku hesabê ji dewleta Tirk bipirsin.

Rêvebera Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya li Dêrazorê Mûna El Mihemed jî, kiryara terorîst a li dijî çalakvanên jin li paytexta Fransayê şermezar kirû got: "Em nikarin li hember van sûcan bêdeng bimînin. Divê hesab ji pêkanînerên wê were pirsîn."

(ي م)

ANHA